Di pêngaveke nû de û ji bo beşdarkirina jinê di meydanên karê ewlekariyê de ligel zilaman, roja înê birêveberiya polîs û ewlekariya giştî li bajarê Cerablisê yê bi ser bajarê Helebê ve ragihand ko ew dixwaze bi dehên jinan di nav karmendên xw de bicî bike piştî ko xulên rahênana taybet bi dawî bikin.
Serpereştê birêveberiya giştî raid Hemed ji dezgehên ragihandinê re got: “ev ragihandin hat ji ber ko li bajarê Cerablisê zilam nikarin danûstandinê bi mijarên jinê re bikin, hem jî ji bo fişara kar li herêmê kêm bikin.”
Hemed got: “bîst daxwazname hatine pejirandin di roja yekem ji nivîsandina daxwaznameyên bo karmendiyê” birêveberê polîsan berdewam kir û got “emê 50 jinî di nav polîsên jin de bikin karmend li bajarê Cerablisê”, û texmîn kir ko hejmara daxwaznameyan bigehê 200î.
Bêtir got: kar dê piştî ezmûneyên piraktîk û yên devkî û hevdîtina karî û xuleke rahênaniyê li ser danûstandinê bi jinan re û awayên lêgerîna jinan destpê bike. Destnîşan kir ko nuha tengavî hene çimkî yên pasvaniya jinan dikin mêr in.
Raid Hemed diyar kir ko “jin dê karê xwe li cihê taybet bi wan bikin û ne tevli zilaman û dê karê bi jinan ve têkildar bin bidine wan ”, tako ji arîşeyên lêgerîna jinan çareser bikin û kar li ser hevalên xwe yên zilam sivik bikin.
Tê zanîn ko jina Sûrî di çend dezgehên birêveberiya xwecihî û civaka sivîl de li herêmên derveyê kontrola rêjîmê de di salên borî de kar kirine, hinekan ji wan girûpên jinan û desteyên piştgiriya jinê damezirandine, her weha çalakvaniyên li hindirê “nivîsgehên jin ” li encûmenên xwecihî rêkxistin kirin. Her weha kadirin jin di tîmên bergiriya sivîl de û di polîsên azad û navendên bijîşkî de kar kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart