Hêzên rêjîma Esed û milîtanên hizbulaha tirorist bi dehan sivîl girtin di dema ko di rêbendekê re li nêzîk bajarokê Nubil li gundewarê Helebê yê bakur derbas dibûn.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan got: “hêzên rêjîmê 20 sivîl ji bajarê Ezazê li gundewarê Helebê yê bakur di 22 tîrmehê de girtin, û diyar kir ko dema di rêbendeke lêgerînê re ya bi ser rêjîmê ve li nêzîk bajarê Nubil li gundewarê parêzgeha Helebê yê bakur derbas dibûn, ew girtin û ber bi aliyekî nediyar ve birine.”
Nivîsgeha ragihandinê ya bajarê Ezazê got ku operasiyona girtinê ji aliyê hizbulah ve hatiye pêkanîn, bi behaneya ko artêşa Sûrî ya azad di 20 vê mehê de endamekî wan bi navê “Elî Heyder Rehel” di operasiyoneke serkeftî de li bajarokê “E’yn Deqne” girtiye.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ko operasiyonên girtina sivîlan berdewam in û dibîne ko ew li dijî biryarên navdewletî ne û bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 ya tekez kiriye ko divê rêjîm girtiyan berde.
Rêkxistinên mafnasiyê tekez dikin ko hejmara girtiyan di zindanên rêjîma Esed de bêtir ji 250hezar girtî hene . û bi hezaran wêneyên êşkenceya hovane yên girtiyên di hindirê zindanan hatine derêxistin. Û Rêkxistina Lêborînê ya Navdewletî rêjîm bi çêkirina cihekî sotandinê bo sotandina kelaxan li zindana Seydnaya tawanbar kiriye, û got ku rêjîm tawankariyên cengê derheqê girtiyan li zindanên xwe pêk tîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî