Rêxistineke mafnas ya Aşûrî di daxuyaniyekê de rêveberiya PYDê berpirs di ber kuştina akadîmiekê Aşûrî de li bajarê Hisça dît, û daxwaza derbasbûna dadwerên navdewletî ji bo aşkerekirina vê tawanê kir, û ligor daxuyaniyê “rêveberiya “PYD”ê bi aliyek ne cihê baweriyê û ne bêalî dibîne”.
Tora Aşûrî ya mafê mirov dît ku terorkirina D.r Ilyas Ishaq “tê di çarçovê berdewamiya zincîra terorkirin û revandin û girtina kesayetiyên Aşûrî yên xudan bandor li Sûriyê, ji bo neçarkirina vê pêkhateya Sûriyê ber bi colkirina bajar û gundên xwe”.
Daxuyaniyê got ku em ” bi çavekî bitirs û binîgeranî temaşe li kiryarên desthilatdariya darê zorê dikin, wek amajekirinekê bi rêveberiya PYDê û milîsên wê yên ku ji bermayîkên dezgehên ewlehî û asayîşa Rijêmê” yên girêdayî PYDê pêk tên.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku berê “destê milîsan di terorkirina Şemas Davîd Cindo de hebû, û balkişand ku ev rêveberî ne cihê baweriyê ye û ne bêalî ye, û ji ber rewş û raberdûyê wê nabe ku ew lêkolînan û dadpirsînan di tawanên serbixwe de bike, yên ji bo aşkerekirina tawanbarên vê kiryara terorkirinê û dadgehkirina gunehkaran”.
Rêxistina navhatî daxwaz ji rêveberiya PYDê û bi awayekî bilez kir ku rê bide hatina lêkolînerên navdewletî yên serbixwe bo navçeyên Hisiça û Qamişlo, ji bo dest bi lêkolînên dadwerî yên rasteqîn bikin, ji bo aşkerekirina tawanên ku li Sûriyê li dijî gelê Siryanî Aşûrî dibin, herwiha ji bo pêşkêşkirina tawankaran bo dadgeha navdewletî, her tawanbar kî bin”.
Hêjayî gotinê ye ku rewangeha Aşûrî ya mafê mirov duhî roja yekşemê di daxuyaniyekê de gotibû ku ” girûpek terorîst ya nediyar akadîmiekî aşûrî bi navê Dr. Ilyas Kifarkîs Ishaq serokê berê yê kolîja endezyariya çandiniyê di zankoya Ferat de li bajarê Hisiçe kuştiye, piştî sê rojan ji revandina wî”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî