Desteyên sivîl yên Sûrî û çalakvanan bang dan Netewên Yekbûyî û Rêkxistina Xaça sor ya navdewletî ji bo sivîlên dorpêçkirî li Qelemona rojava biparêzin, bi taybetî yên ko li kampan dijîn, ko êdî bi sedema bombebarana berdewam ji hêla hizbulaha tirorist ji niştecihên xwe vala dibin.
Acansa Akî ya Îtalî diyar kir ko çalakvan û desteyên civaka sivîl gotin: “giring e fişar bên dan li ser desthilata Libnanî ji bo kesên dorpêçkirî derbasî Ersal bikin, an jî ji wan re korîdorên hêmin û aram dabîn bikin, an parastineke navdewletî ji wan re çêbibe. ”
Li gora acansa Akî, çiya û geliyên li ser sînorên Sûriyê û Libnanê tije penaber bûne, ewên ko ji ber bombebarana hizbulah reviyane û yên ko bi sedema topbaranê ji kampan reviyane. Û bal kêşand ser ku “li çolan dimînin û xwarin û vexwarin û tiştek li bal wan nîn e, piştî ko sînor di navbera wan û Ersal de hatiye girtin.”
Milîtanên hizbulaha Libnanî kampên penaberên Sûrî bi top û mûşekan li Wadî Hemîd ya ko 12hezar penaberên Sûrî têde hene amanc kirine, Hevbendiya Niştimanî Sûrî di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ko hizbulaha Libnanî hemû yasayên navdewletî û yên Libnanî, ne tenê bi zordariya li ser penaberên Sûrî li Ersalê binpê kirine, lê belê digel rêjîma Esed Sûrî di welatê wan bi xwe de jî di salên borî ji temenê şoreşê ve kuştine.
Yasadanên Emerîkî pirojeyekî yasaya sizayan ya nû derbarê hizbula Libnanî pêşkêş kirine, û dibînin ko “dê ev piroje jêderên darayî yên hizbulah zuha bike û rola wê kêm bike.”
Yasadanan gotin: “yasa gihaye cihê ko hîç veger jê nîn e û nema guhertin têde dibin.” Yasaya sizayan dê bigihê çi kesên ko rasterast an nerasterast bi Hizbulahê ve têkildar in, û digihê çi takekes an aliyên ko piştgiriya wê dikin.
Piroje daxwaz ji birêveberiya Emerîkî kir ko lîstakê bi jêderên piştgiriya darayî ya hizbulahê çêbike, ji wan jî çalakiyên qaçaxî û alîkariyên Îranî û dahatên komelên xêrxwaziyê û daxwaz kir ko raportekê bi mal û milkên serpereştên wê pêşkêş bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans