Serokê şanda desteya bala ya danûstandinan Nesir Elherîrî tekez kir ko wê tu rola Esed û rêjîma wî di qonaxa veguhêz de tune be”, û got ku rêjîm sedema bi tenê ya tiroristiyê ye li Sûriyê, û têkbirina tiroristiyê bêyî çareserkirina sedemkarê ew çêkiriye nabe.
Acansa Enadol îro sêşembê hûrbîniyên hevdîtina digel Elherîrî belav kir û got “baweriya hemûyan heye ko tiroristî ji pêşindeyan e, û tiroristî derheqê miletê Sûrî de ji hêla rêjîma Beşar Elesed ve hatiye pêkanîn, û tiroristiyek ji hêla Îran û milîtan û nandozên wê û milîtanên hizbulaha Libnanî û milîtanên Îraqî ve û hinên din û rêkxistina Daiş û Qaîde û yên bin sîbera wan de bikar hatiye ”
Elherîrî bêtir got ko “ji bo em bêjin şerê têkbirina tiroristiyê bi ser ket, divê aramiya siyasî pêk bê, û ew misoger nabe neko bi rêya operasiyona veguhastina siyasî ya diyar be, li gora biryarên Encûmena ewlekariyê”, û got: “giring e viyaneke navdewletî hebe ji bo awayên pêdivî ji bo pêkanîna operasiyona siyasî, ya ko nuha di cihê xwe de maye, ji bo ber bi operasiyoneke siyasî ya dirist ve here li gora planeke demdiyar ya ko biriyarên Encûmena Ewlekariyê ew diyar kirine.”
Elherîrî civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî bi hebûna kêmasiyan di rola wê de tawanbar kir, ji ber ku Esed û hevalbendên wî neçar nekirin ko jidil bên ser maseya danûstandinan bo bigihên gengeşekirina veguhastina siyasî. Vê yekê hişt ku em bêjin: Rêjîm naxwaze derbasî çareseriya siyasî bibe ji ber ku ew zane wê ziyana mezin li wî bibe.
Serokê şanda desteya bala got: “Netewên Yekbûyî nikare di vê operasiyonê de bipêşve biçe bêyî ku piştgiriyeke navdewletî hebe, û gerek ew jî bi peymaneke Rûsî-Emerîkî çêbibe, lê arîşe Îran û Rûsya ne, çimkî pişta rêjîmê digirin û li kêleka wî şer dikin, ji ber wisa bêyî têwerdaneke navdewletî ya jidil ji bo terazûyê biguherîne û hevalbendên rêjîmê neçarî pejirandina operasiyona siyasî bikin, wê rola Netewên Yekbûyî kêm bimîne.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî