Komîta navdewletî ya taybetmend bi lêkolînên tawanên şer li Sûriyê daxwaza standina rêşûnên berbiçav kirin derbarê dadgehkirina encamderên tawanên şer li Sûriyê, û tora “BBC” nûçeyek belav kir li ser zarê endameke komîta navdewletî “Karla Dîl Bontî” ku têde gotibû “bitenê em gotinan dibihîzin, û tikes tiştekî nake”.
Bontî bêzariya xwe nîşan da li hember nestandina hîç rêşûneke berbiçav ji bo dadgehkirina tawanbarên tawanên şer li Sûriyê heta vê gavê û got ku ” bi carekî û bi dirêjahiya serbora me ya pîşeyî wek van tawanên hovane yên ku ev zêdetir şeş salan e li Sûriyê dibin di ser me re derbas nebûne”.
Û dadpirs kar dikin ji bo komkirina zanyarî û belgeyan li ser encamdana tawanên dijemirov li Sûriyê, ji bo radestkirina kesên gomanên tawanên şer li ser wan hebne tevî Bişar Esed jî bo dadgehan.
Û ta niha 13 raport ji aliyê dadpirsên navdewletî ve belav bûne û di wan de belgeyên piştrast hatine li ser encamdana tawanên şer li Sûriyê wek eşkence û destdirêjiya sêksî û dorpêçkirin û birçîkirin û bombebarankirina navçeyên sivîlan û bikaranîna çekên kêmiyayî.
Alan Fêrner rêveberê rêxistina Siwêsrî “Sîftas Maksîma” ya yasayî û taybetmed bi dûvçûna gomanlêkiriyên gunehbarên tawanên şer, bal kişand ser ku dibe piroseya dabînkirina dadweriya pêwîst li Sûriyê hinekî dereng bikeve, lê hevdem geşbîniya xwe diyar kir ku li dawiyê wê “tawankarên şer” bigehin sizayên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / BBC