Ofîsa Belgekirina Pakrewan û Girtiyan li parêzgeha Deraa li başûrê sûriyê, di bîranîna derketina xwepêşendanên gelêrî yên yekemîn li parêzgehê de, diyar kir ku 15hezar û 688 kes li parêzgehê di dema navbera 18ê adara 2011an û 17ê adara niha de hartine kuştin.
Û Ofîsa Belgekirina Pakrewanan di rapora xwe de eşkere kir, ku 2015 zarok, 1204 jin û 12 hezar û 469 mêr di nav pakrewanan de hebûn, û 1358 kesan ji wan di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dane.
Û Ofîsa Belgekirinê 20 kesên ku di heyva bûrî de hatine kuştin belge kirine, û got ku 12 kes jî birîndar bûne, û çar ji operasyonên kuştinê rizgar bûn.
Û raporê bal kişand ser ku 296 hevwelatî li parêzgeha Deraa başûrê sûriyê di 417 operasyonên kuştinê di sala bûrî 2020 de canê xwe jidest dan, û hejmara girtiyan sala bûrî gihişt 348 kesan.
Hêjayî gotinê ye ku bi boneya bîranîna dehemîn a şoreşa sûrî, xwepêşandaneke mezin li pêşiya mizgefta elumerî li bajarê Deraa lidar ket, û xwepêşenderan durişmên destpêka şoreşê bilind kirin, û daxwaza serbestberdana girtiyan kirin, û daxwaza rûxandina rijêmê û qewtandina dagîrkerên Rûsî û Îranî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî