Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Wezîrê Ewropa û Karûbarê Derve yê Komara Firanî Jean-Yves Le Drian kir, û têde helwestên Firansa di piştgiriya hêviyên gelê sûrî û xebatên ku ew dike bo piştgiriya hêviyên gelê sûrî û doza wî ya pak bo pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasiyê bilind nirxand.
û Elherîrî di nameyê de xweşhaliya xwe bi daxwiyaniya Wezareta Derve ya Firansa û daxwiyaniya hevbeş yaku Wezîrê Emrîka û Wezîrê Derve yê Birêtaniya û Wezîrên Derve yên Fransa, Almanya û Italytalya yaku bi boneya derbasbûna deh salan di ser yekemîn xwepêşandanên aştiyane dijî rijêma Esed anî ziman.
Û Elherîrî bal kişand ser giringiya berdewamiya pabendiyê bi piştgiriya gelê sûrî ji bo pêkanîna armancên wî , û hêviyên xwe bo berdewamiya hevkariyê bo gihştina çareya siyasî li sûriyê anî ziman.
Û Elherîrî tekez kir ku çareya siyasî ya domdar bêyî avakirina Desteya Desthilat a Veguhêz ya xwedana tevaya desthilatên xwe yên cîbicîkar li gor biryarên Encûmena Ewlekariyê pêk nayê, nemaze daxwiyaniya Cinêvê ya sala 2012 û biryara netewên yekbûyî hejmara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî