Vekolîneke hevbeş di nabera rêkxistinên mafnasiyê yên Sûrî de, amanckirina rêbazkirî ji bargehên bijîşkî re li parêzgeha Idlib ji hêla Rêjîmê û Rûsya ve di heyva nîsanê de diyar kir.
Raportê tekez kir ku 25 bargehên bijîşkî li Sûriyê di heyva nîsana 2017ê de anko her 29 demjimêran bi êrîşekê hatine amanckirin, û diyar bû ko 91% ji wan bi destê hêzên rêjîmê û yên Rûsa ne û piraniya wan li Idlibê pêk hatine.
Pêzanînên belavbûyî di vê raporta hevbeş de, destnîşan dikin ko hêzên rêjîmê û Rûsya ew berpirsiyar in di ber her heşt êrîşên li ser nexweşxane û navendên guhdana tendiristiyê, û ew xizmeta 1.3 milyon mirovî dikin li gora gotinên dîdevanan û birêveberên navendên bijîşkî.
Karmendekî bi navê “Arşîfa Sûrî” û şirîkên wî raporta bi navê (Sûriyên ji bo rastî û dadmendiyê, dadmendî ji bo jiyanê) amade kirine, bo şirovekirina van cûreyên êrîşan, û misoger bike ji himberkirina komek ji naveroka dîdeyî bi jêderekî vekirî û daxuyaniyên çavdêriya asmanî û gotinên dîdevanan.
Li gora raportê van êrîşan berdewam kirin (li gora encaman) û bombebarana peyapey ji cihan re bêyî ko hişyariyan bidin û çi kirdeyên leşkerî yên dijminkarî yên çalak nêzîkî bargehên êrîşê tunebûn.
Yên bi raportê rabûne destnîşan kirin ko buhayekî bêtir dide bizavên ko li jorê anîne ziman ko ziyanê nîşan dikin û pêvajoya naveroka dîdeyî (75 vîdyo) diyar dikin û bi dîdevaniya 14 dîdevanan û digel daxuyaniyên çavdêriya asîmanî (6343 temaşe kirin )yên ko ji hêla rêkxistina çavdêriya firokan li herêma derdora nexweşxanan çaxê êrîşê hatine pêşkêşkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans