Çalakvanên Sûriyê li seraserî cîhanê dest bi giraveke birçîbûnê kirin bi armanca eşkerekirin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirov û kiryarên eşkecê û kuştinê yên hatin ji derveyî yasayê li dijî penaberên Sûriyê li Ersalê li Libnanê.
Duhî ji aliyê 12 rêxistinên mafnasî ve daxuyaniyek belav bû û têde bi carekî piştgiriya xwe nîşan dan li hember vê pêgava çalakvanên Sûriyê, û di daxuyaniyê de hat “pêwîst e ev karên dijminkarî li dijî penaberên Sûriyê bilez rawestin û divê tawankar bêne dadgehkirin“.
Daxuyaniyê bal kişand ku bikaranîna zêde ya zibr û zengê li dijî penaberan bû sedema kuştina 4 girtiyan bi kêmayî di bin eşkencê de, tevî hewlên hikûmeta Libnanê ji bo veşartina rastiyan, û destdanîna li ser nîşan û belgeyên hatine standin ji ser leşê girtiyan yên hatin kuştin di navendên girtinê de, ku ev kar ji aliyê navenda mafê mirov ya Libnanê hat pirotestokirin.
Hêjayê gotinê ye ku ev kampaniya mangirtinê ji aliyê du afretên Sûriyê bi navên I’zet Murteda û Werna Cindî hat ragihandin û herdu penaberên, yek li Amsterdam û ya din Parîsê ye, û paşî girava birçûnê ji du heftiyan destpê kir bi tevlîbûna zêdetir ji 40 çalakvanî.
Ku kampanya daxwaza encamdana lêpirsînek serbixwe li hember bûyerên kampên penberan li Ersal dike; herwiha, daxwaza dadgehkirina berpirsyarên kiryarên lêdan û kuştinê yên dûr ji yasa dadweriyê li dijî penaberên Sûriyê û misogerkirina parastina penaberên Sûriyê li Libnan û dewlatên din dike.
Hêjayê gotinê ye ku li roja çarşemê komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimaniya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê yadnameyek pirotistokirinê derbarê êrîşên Hizibulaha Libnanî li ser navçeya Qelmûn ya Sûrî û Ersala Libnanê ji Entinyo Gotrîs sikirtêrê giştî yê NY û ji sikirtêrê komkara Erebî Ehmed Ebû Elxeys û ji nûnerên hemîşe yên encûmena asayîşa navdewletî re şandibû.
Hevbendiyê di yadnameyê de daxwaza pirotistokirinê ji NY kiribû kir, ji bo xistina fişaran li ser hikûmeta Libnanê ji bo çakkirina rewşa penaberên Sûrî û parastina wan ji zêdegavî û tawanên berdewam yên milîsên hizibulah li dijî penaberan û herwiha daxwaza dirustkirina komîteyek serbixwe bi çavdêriya NY kiribû ji bo eşkerkirina nehîniyên van tawanan, û gerantîkirina serbestberdan û parastina penaberan bi awayekî bilaz kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî