Roja yekşemê 30.07.2017 an, şandek ji girûpa dariştina reşnivîsekê ji madeyin destûrê re yên ku nabe bêne guhertin di destûra Sûriyê de, û wê bibin binyat bo destûra Sûriyê ya paşerojê, serdana nûnertiya ENKS li Herêma Kurdistanê kir, û nivîseke yasayî dan nûnerên ENKS yên xwecihiyê. Ew şande ji serokê rêxistina “Avakirina Yasayî” parêzer Bilind Sîno û cîgirê serokê wê Lazgîn Hedal û endamê Rêxistina Lêborîna Navdewletî Ferman Bonciq û parêzer Yosif Şêxmûs Silêman û endeziyar Ebas Hemdûş pêk hatibû.
Serokê şanda zagonî Lezgîn Hedal kurtiyek derbarê seqayên amadadekirina wê reşnivîsê û zehmetiyên hatin pêş şirove kir, û herwiha da zanîn ku piroje hatiye amadekirin bi beşdariya şehreza û pisporên jêhatî yên taybetmend di biwarên zanistî û wêjeyî de, û bi aliykariya akadimiyên taybetmend bi cografiya kurdistanê û dîroka gelê kurd mîna Dr. Mehmûd Ebass û Dr. Elî Mîranî.
Şanda yasanas daxwaza xwendina van pirinsîpan û pêşkêşkirina têbîniyan ji nûnertiya ENKS kir, û herwiha cext li ser giringiya hebûna corek ji şêwirkarî û hemahengiyê di navbera rêxistinê û nivîsîngeha yasayî ya ENKSê de kir, nemaze derbarê pirsên yasayî yên girêdayî bi doza kurdî ve.
Nûnertiya ENKSê ji aliyê xwe ve, amadebûna xwe nîşan da ji bo rawestana li ser wan madeyan di nêzîktirîn civîna nûnertiyê de, ji bo pêşkêşkirina têbînî û pêşniyarên xwe derbarê peydakirina mîkanîzmekê bo hevkarî û şêwirdariyê di navbera rêxistinê û nivîsîngeha yasayî ya Encûmenê de, û şandina wê reşnivîsê ji aliyên pêwendîdar yên ENKSê re.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî