Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê roja sêşmê 1-8-2017 du kalemêrên bi navê Omer Heyder ê 70 salî, û Nûrî Osman ê 65 salî ji gundê Aldanyayê yê bi ser bajarokê Raco ve, li şûna zarokên wan yên ji ber leşkeriya neçar reviyane girtin û birin kampa cebliyê ya leşkerî li gundewarê Efrînê, li gor ku çalkvan Elî Zeyno ji me re tekaz kir.
Her wiha Zeyno diyar kir ku çekdarên PYDê tekez kirin ku ew Omer û Nûrî bernadin ta zarokên wan yên bi navê Mihemed Heyder, Osman Heyder, Selah Osman û Mihemed Osman vegerin leşkeryê.
Zeyno ev kiriyar şermezar kir û got “girtina kalemêran binpêkirine ji mafê mirovan re, û ev kiryar ji kiriyarên rêjîma Sûriyê xerabtir in” û ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku fişarê li ser hêzên PYD ên çekdar bike da kiriyarên xwe li dijî xelkên sivîl rawistînin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê