Berpirsiyarin Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê diyar kirin ko pirojeyên tundrew û zordesteî tu paşeroj ji wan re li Sûriyê nîn e. tekez kirin ko giring e dezgehên şoreşê digel rêkxistinên civaka sivîl destê hevûdu bigirin tako himber hewildanên dubare berhemdana rêjîmê rawestin.
Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yihya Mektebî got: “sê piroje li Sûriyê di hevrikiyê de ne ew jî tirostî, zordarî û miletê Sûriyê ne”, tekez kir ko miletê Sûrî tev li hemû beraberiyan dê azadî û rûmeta xwe misoger bike.
Ew di hevdîtina nûnerên encûmena parêzgeha Helebê di rêya Internetê de got û Mektebî bal kêşand ser ko zordestiya rêjîmê du name şandine ya yekê ji bo hindire ew jî “yan Esed û yan emê welat bişewitînin û ya duyem ji bo derve ye ew jî ” An Esed an jî Daiş” e
Û Mektebî tekez kir ku giringe hêz û aliyên şoreşê milên xwe bidin hev ji bo di rûyê lobiyê Esed de derkevin, û nehêlin careke dî vegere desthilata Sûriyê û got: ” yan emê tevde bi hev re noq bibin, yan jî emê pevre rizgar bibin”.
Û Mektebî tekezî li ser rola civaka sivîl û her weha rola saziyên sivîl û giringiya wan kir, û dît ku encumanên xwecihî ew” yên herî giring in di civakê de”.
Û endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Yasir Alferhan bal kişand ser ku rêjîm piştgiriyê ji dewletên zilhêz werdigire ( Rûsiya), lê Amerîka guh dide jinavbirina terorîstiyê û jêderê terorîstiyê ( rêjîm) jibîr kiriye , û dît ku wê yekê hişt ku şer dûvdirêj bibe û sivîl pir pê êşiyan.
Û Alferhan tekezî li ser giringiya mukumkirina peywendiyan bi hemî encumanên xwecihî û hikûmeta Sûrî ya demikî û saziyên civaka sivîl re kir, û amaje kir ku ew hêviyên Sûriyan di rizgariya ji vê rêjîma stemkar bi cî dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî