Adil Elcubêr wezîrê derve yê Erbistana Si’ûdî duhî pêncşemê êvarî li Riyada paytext ligel Riyad Hicab rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan civiya, û herdu aliyan dumahîk guhertinên li ser qada Sûriyê dibin gengeşe kirin.
Wezîrê derve yê Si’ûdiyê “cext li ser helwesta welatê xwe ya palpişt û alîgir ji gelê Sûriyê re kir “, û herwiha di hevdîtinê de dawîtirîn pêşhatên meydanî û rewşa welat û encamên civînên Cinêv hatin gengeşekirin.
Elcubêr tekezî li ser ” amadebûna welatê xwe kir ji bo pêşkêşkirina hemî alîkariyan ji bo hêsankirina karê desteyê ji bo bi rola xwe ya pêwîst rabe, û kar ji bo beferhkirin û aktîvkirina rola xwe bike, ji bo yekxistina bizav û gotin û yekrêziya xwe“.
Û Erebistana Si’ûdî hêjî berdewam e li ser piştgiriya gelê Sûriyê û şoreşa wî li dijî zordarê Şamê heta dabînkirina ruxandina Esed û rijêma wî û rizgarkirina gelê Sûriyê ji hêzên Rijêmê û hevalbend û milîsên hawirde ji derveyî sînorên welat.
Hêjayê gotinê ye ku Si’ûdiyê gelek caran şermezarkirina xwe derbirîn kiriye li hember tawankariyên rijêma Esed û pirotestokirina komelkujiyên Esed yên di derheq zarok û kalemêr û jinan de, û bi berdewamî nîgeraniya xwe xuya kiriye li hember berdewamiya tawan û kiryarên hovane yên Rijêmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiyê