Çalakvanekî Sûrî navê hin girtiyan yên di girtîgehên rijêma Esed de li mozexaneya (Holocaust) li Waşinton paytexta Amerîka dan diyarkirin, bi armanca nasandin û pêşkêşkirina kiryarên hovane ji cîhanê re yên bi destê serbaz û efserên dezgehên hewlgeriyê di derheqa girtiyan dibin, û wî bi çavê xwe dîtine dema ew di girtîgehê de bû.
Rojnameya Newyork times raportek derbarê karê çalakvan Mensûr Elomarî belav kir, û got ku wî “pênc parçeyên caw ên rizî” pêşkêş kiribûn, û navê hevalên xwe yên girtî di girtîgeha ” firqa çaran” de li ser wan parçeyên caw hebûn, ku wan bi xwîna xwe nivîsandibûn dema ew pevre di girtîgehê de bûn, ku salekê di wê girtîgehê de li ser destê rijêma Esed hatibû girtin.
Elomarî got ku ew nav navên hevalê wî yên di girtîgehê de ne, û wan li ser van parçeyên qomaş bi xwîna xwe navên xwe nivîsand bû, û diyar kir û ligor rojnameyê wî karîbû bi nependî van parçeyên caw bi xwe re derxe dema ji zîndanê hat serbestberdan.
Elomarî yê niha li Siwêdê dijî bal kişand ku wî ew parçên caw di nav gumlikê xwe de veşartibûn û got ku ew yekem kes bû yê ji nav hevalên xwe hatibû berdan.
Ji aliyê xwe ve, seroka zanyarên şûnwarên mozexaneyê Cayin Klînger got ku niha kar “ji aliyê tîma wê” dibe, ji bo çêkirina sindoqên taybet bo parastina van dîkomîntan, û dibe ew sindoq ji cama wek tûlê bin û tîrêjên “oltra violet” di wan de hebe.
Elomarî ji aliyê xwe ve hêviya xwe nîşan da ku berpirsên mozexaneyê navên hevalên wî yên girtî biparêzin ku hejmara wan 82 girtî ne, bi armanca pêşkêşkirina vê yekê bo kesên bi serdana mozexaneya Waşinton radibin ji bo asta pêzanînan li rex xwe bilind bikin derbarê şerê ji aliyê rijêma Esed li dijî xelkê Sûriyê her ji sala 2011an ve dibe.
Hêjaye gotinê ye ku çalakvan Mensûr Elomarî bi xwe rojnamevan û wergerekî Sûrî ye, û endamê komela rojnamevanên Sûrî ye, û her ji destpêka şoreşê de binpêkirinên mafên mirov li Sûriyê dîkoment dike û kar di navenda Sûrî ya ragihandinê û azadiya derbirînê de kiriye, û ji aliyê dezgeha hewalgeriya esmanî ji nivîsîngeha xwe li Şama paytext hatibû girtin, û li reşmeha 2013 hatibû berdan, û herwiha berdewam ma li ser bi belgekirina binpêkirinan li Sûriyê û paşî tevlî rêxistina (peyamnêrên bêsînor) bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat