Pisporekî rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) , Doh roja Pêncşemê amaje kir ku rejîma Esed ava vexwarinê wek çek li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne.
Rêveberê beşê dana avê di rêxistina navdewletî de pisporê Nêmsawî Endiryas Kinab got ku “Niha hin deverên destnîşankirî rastî bîrîna avê tên bi rêya xerabkirina torên avê”, û destnîşan kir ku “heta niha 30 operasyonên birîna avê yên bi mebest di sala 2016an de hatine tomarkirin”.
Kinab di daxuyaniyên ku li bajarê Kolonya yê Elmanyayê dan, diyar kir ku ” Welatiyên Sûriyê di vî werzê Havîna îsal de zehmetiya vê krîzê dikşînin”, û destnîşan kir ku “derdora70% ji welatiyan nikarin ava baqij bidest bixin”.
Kinab destnîşan kir ku xelkê wan deveran nikarin avê bikelînin ji ber nebûna elektrîk û sotemeniyan, û kaniya Fîcê ya wek jêderekî sereke ji avê re li Şama paytext û derdora wê tê naskirin, nimûneyek e li ser bikaranîna rejîma Esed jêre wek çekekî li dijî gelê Sûriyê, û balafirên rejîma Esed û hevalbendên wê di meha Çileyê Pêşîn de kaniya Fîcê wêran kirin û bi vê yekê zêdetir ji mehekê ava vexwarinê ji ser 5.5 Milyon kesî hat birîn.
Herwiha operasyona leşkerî ya hêzên rejîmê derdora 50% ji motoran û pumpên avê têk birin, û hêzên Esed depoyên sotemeniyê yên taybet bi kaniyê jinavbirin, herwiha cihê komkirina kilora avê li nêzîkî kaniyê wêran kir û vê yekê hişt ku ew heyber tevlî ava kaniyê bibe.
Komîteya lêpirsîna serbixwe ya navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve di raporeke xwe de ku meha Avdarê derket got ku topbarana rejîma Esed ji kaniya Fîcê re tawaneke cengê ye.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê/ Hin ajans