Rêxistina Lêborîna Navdewletî rexne li oparesyonên topxane û firokên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîka li ser navçeyên nişteciyan li Reqê kir, û diyar kir ku heman êrîş dibin sedema kuştina bi sedên sivîlan û peydabûna gefên mezin li ser jiyana xelkê di dema zêdebûna asta oparesyonan de.
Rêxistinê bi rêka belavkirina raporteke nû daxwaza rawestandina van êrîşên cudahiyê naxin di navbera sivîlan û çeteyên rêxistina DAIŞ de kir, û amaje bi raportan kir yên dibêjin ku bermîlên teqîner di oparesyonên başûrê Reqê de li dijî rêxistina DAIŞê hatine bikaranîn.
Lêborîna Navdewletî diyar kiriye ku ew ji aliyê nişteciyan ve hatiye agehdarkirin ku kampên penaberên ji opersyonan revyane tûşî êrîşên esmanî hatine, û bal kişandiye ku hin belge hatine komkirin ji aliyê wê ve û têde bikaranîna bombeyên weşî ji aliyê hêzên Hevpeymaniyê di hin êrîşan de diyar dibe.
Rêxistinê di raporta xwe de cext kiriye li ser giringiya standina hemî rêşûnên pêwîst ji bo sînordarkirina gihandina ziyanan bi xelkê sivîl û herwiha dest ji bikaranîna çekên teqîner yên ziyanên mezin digehînin navçeyên pir qerebalix berdin.
Raportê tekez kir ku rêxistina DAIŞ ya Reqê û derdora wê her ji sala 2014 kontirl dike, hêjî sivîlan wek mertal li bajêr bikar tine, û her kesê hewla revê bike rastî kuştinê tê yan bi guleyên sekvanên DAIŞ û yan jî bi mayînan tê kuştin.
Lêborîna Navdewletî di raporta xwe de daxwaza hişyardariyên zêde kir ji milîsên “QSD”, ya piştgiriy wê ji aliyê Amerîka dibe, dema bi şerên ji bo kontrolkirina taxên Reqê radibe.
Ji aliyek din, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, duhî roja çarşemê di daxuyaniyekê de tekez kiribû ku dijberiya terorê nabe bi rêka armanckirina sivîlan û piştgiriya çi awayekî din yên terorê be, ku pêşbîniya çareseriya siyasî nabe bê yekalîkirina helwesta navdewletî li hember çavkaniya terorê, ya ji rijêma Esed pêktê ku ew berpirsyara sereke ye di ber belavbûna terorê de li Sûriya û navçeyê.
Û li aliyek din, girûpa (Îrûriz) ya çavdêriyê gotibû ku ew bawer dike ku derdora 725 heta 993 sivîlî hatine kuştin bi sedema reftarên Hevpeymaniyê li Reqê, her ji destpêkirina oparesyonan di destpêka heyva cehzeranê de.
Û ligor raportên NY, nêzîkî 200 hezar kesî ji Reqê revîne li mawê çend heyvên borî, û dibe ku heta bi 20 hezar kesî hêjî di hindurê Reqê de dorpêçkirî bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat