Şandek ji komîta peywendiyên derve ya nûnerîtiya herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî Kurdî, roja çarşembê 23.08.2017ê, seredana bargehê Netewên Yekbûyî li Hewlêrê kir, û digel birêz Rêkardo Rodrîko berpirsê nivîsgeha Netewên Yekbûyî ya herêmî li Hewlêrê û birêz Bediredîn Şeta Mehmûd hevrêzkarê herêmî yê karûbarê mirovî li nivîsgehê civiya.
Şanda komîtê ji birêz Bedredîn Şeta re li ser pirsgirêkên penaberên Kurd yên li kampan û bajaran û derdkêşana wan ji ber kêmbûna alîkariyên diravî û kêmkirina erzaqan li kampan û nebûna dadmendiyê di belavkirinê de axivî.
Her weha behsa rewşa malbatên ko dixwazin ji bajaran bên û li kampan bicih bibin kirin, çimkî ew nikarin kiriya xaniyên xwe bidin û derfetên kar ji du salan ve li herêma Kurdistanê kêm bûne, û daxwazên wan ji birêveberiya kampan red dibin, û xwestin ku pêşwaziya wan bibe ji bo derdê wan sivik bikin.
Her weha bal hat kişandin li ser pirsgirêka mafê rûniştinê ji penaberên ko vegeriyan Sûriyê û dîsa li kampan vegeriyan ko hejmara wan gihaye 8hezar kesî, û hin ji wan malbat bitevayî ne.
Û li ser rewşa zarokên Kurd ên penaber li Kerkûkê axivîn ko hêj penaberbûna wan nehatiye pejirandin û heta nuha zarokên wan di dibistanan de nehatine pesendkirin, ku rê bidin wan ji bo dibistanên taybet bo xwe vekin.
Birêz Bedredîn Şeta soz da ko ew ê li hemû daxwazên wan binerin, û van babetan bi aliyên berpirsiyar re gengeşe bikin û bersivê di nêzîktirîn dem de bidin û nûnerîtiyê bi rewşê agahdar bikin.
Piştî bidawîkirina axavtina li ser rewşa mirovî , komîta peywendiyên derve û birêz Rîkardo Rodrîko berpirsiyarê nivîsgeha Netewên Yekbûyî ya herêmî li Hewlêrê, behsa rewşa siyasî bi giştî û ya Kurdî bi taybetî li Sûriyê û rewşa herêmî û navdewletî û ya Encûmena Niştimanî Kurdî û amadebûna wê li Cinêvê kirin, û herdu aliyan li ser pêkanîna hevdîtinên berdewam ji bo gengeşekirina hemû biwarên mirovî û siyasî di demên tên de li hev kirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê