Derengî êvara roja Çarşemê 23 vê heyva tebxê ciwanên şoreşger yên girêdayî Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD , êrîşî nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kirin û hewl dan ku wê bişewitînin .
Hewas Mehmûd endamê komîta herêmî ya rêxistina Partiya Yekîtî ya rojhilatî Qamişlo ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku girûpek ji ciwanên şoreşger çar bumbeyên molotof avêtin navenda Silêman Adê bi merama şewitandina wê, lê xelkên taxê ew agir bilez vemirandin.
Mehmûd diyar kir ku kiryarên PYD nîşana têkçûna siyastên wê ne, û ji ber wê yekê tolhildanê ji partiyên ENKS dike.
Tê zanîn ku navenda Silêman Adê nivîsgeha rêxistina Partiya Yekîtî li rojhilatî Qamişlo ye, û ew ji buhara bûrî de ji Aliyê PYD ve hatiye girtin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê