Toreya Sûriyê Ya Mafê Mirovan di rapora xwe de ya duh duşembê derket, anî ziman ko serjimara qurbaniyên sivîl heyva borî li Sûriyê 772 sivîl in, ji wan 229 bi destê rêjîma Esed û 11 ji wan hêzên Rûsî di ber kuştina wan de berpirsiyarin.
Di raporta Toreyê ya derbarê serjimara qurbaniyan yên ko bi destê hêzên Hevpeymana navdewletî hatine kuştin de hat ku 97 kes ji wan zarok in, û 58 jin in, û aportê anî ziman ko rêjîma Esed 24 zarok û 17 jin û 27 kesên din bi êşkenceyê kuştine.
Di raprtê de hatiye ko rêkxistina Daiş 102 sivîl kuştine û destnîşan kir ko 54 sivîl bi destê milîtanên parastina gel hatine kuştin.
Di belgehkirina xwe de Toreyê got ku “Desteya Tehrîr Elşam ” pênc sivîl ji nav wan jî du kes bi êşkenceyê kuştine.
Her weha Toreyê kuştina 13 sivîlan bi destê alayên din serjimar kiriye.
Raporta Toreyê rêjeya qurbaniyên ko bi destê Hevpeymana Navdewletî 37% texmîn kiriye ji nav wan 55% zarok û jin in. Di herdu heyvên borî de Hevpeymana Bavdewletî bû sedema kiştina 29% ji qurbaniyan eger bi aliyên din re bên berhevkirin.
Toreyê di raporta xwe de gotiye ku hêzên Esed û yên Rûsî “fermanên yasaya navdewletî ya mafê mirovan ya ko mafê mirov di jiyanê de diparêze binpê kirine.
Lê Toreyê çi kêmbûn di hejmara qurbaniyan de di heyvên borî de yên piştî peymana “sivikkirina şer” ya li Astane di gulana borî de imzekirine neaniye ziman.
Toreyê di dûmahiya raporta xwe de ji Encûmena Ewlekariya navdewletî û dezgehên navdewletî yên têkildar daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe rabin beraber operasiyonên kuştinê yên di her kêlîkê de dibin û yek demjimêrê li Sûriyê nerawestiyane, û doz kir ko fişarê bidin ser rêjîmê da operasiyonên bombebarana bi mebest û bê serûber rawestîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî