Komek ji çalakvan û ragihêneran bi kampaniyeke ragihandinî rabûne ji hundirê parêzgeha Idlibê li jêr navnîşana “Sûriyên Li Dijî Tundrewiyê” derbarê metirsiya rewşa “Desteya Tehrîr Elşam” ye ko desthilatdarî li parêzgehê kontrol kiriye.
Birêveberê Kampaniya “Sûriyên Li Dijî Tundrewiyê” Nesîb Ebdulezîz ji dezgehên ragihandinê re got ko amanca wan hişyarê bidin ji hebûna rêkxistina Elqaîde li parêzgehê û bandora xwe ya neyênî li ser civaka Sûrî û dûrxistina miletê Sûrî ji ramanên tundrew yên ko ji derveyî sînorê Sûriyê hatiye.
Ebdulezîz destnîşan kir ko kampanya ji ser xakê li hin deverên bakurê Sûriyê dest pê kiriye, her weha li malperên têkiliyên civakî, diyar kir ko kampanyaya hundir nihênî ye û çend çalakî ne ji wan “nivîsandina li ser dîwaran û belavokên hişyarkirinê jî belav dikin”. Bal kêşand ser ko piraniya wan çalakiyan bi şev dibe ji tira kirdeyên endamên “Desteya Tehrîr Elşam” li dijî wan.
Birêveberê kampanyayê tekez kir ko amanc ji van çalakiyan agahdarkirina Civaka Sûrî ji metirsiya rêkxistina Elqaçde û şaxên wê li ser miletê Sûrî û dibîne ko Elqaîde û şaxên wê dixwaze li ser bunyada civaka Sûrî ya netundrew xwe bicih bike
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans