Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê raguhestina hêzên şervan yên artêşa azad ji Badiya Sûriyê red kir, û her girêbestekê li ser hesabê tekoşîna gelê Sûriyê û daxwazên wê yên rewa ji bo destbixistina azadiya xwe û dijberiya rijêma tawankar û rêxistina DAIŞ ya terorîst şermezar kir.
Hevbendiyê îro roja înê û di daxuyaniyekê de got ku ew “raguhestina hêzên şervan yên hatine naskirin bi qehremanî û xweragiriyê bo derveyî xaka welat” red dike, dît ev yek dibe hevdem ligel ku “DAiŞ” bi azadî tevdigire ber bi hemû rexên Sûriyê û li pêş çavên Cîhanê û bi çavdêriya heyvên destkarî yên dewletên zilhêz”.
Û got ku ew her girêbestekê li Badiyê red dike li ser hesabê tekoşîna gelê Sûriyê û daxwazên wê yên rewa ji bo destbixistina azadiya xwe û dijber rijêma tawankar û rêxistina DAIŞ ya terorîst”.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku her ji dema pêşkêşkirina van mercan, yekser ew civiya ligel nûnerên hêzên “şehîd Ehmed Ebdi” û “Isûd Elşerqiyê” û herwiha ligel wan pêgavên pêwîst ji bo gengeşekirina rawestandina van mercên raguhestinê, bi rêka têkildariyan ligel aliyên pêwendîdar bi fayilê Sûriyê di rêveberiya Amerîka de, û ligel gelek aliyên dost û hêzên artêşa azad û hêjî bizav dibin ji bo vê yekê ji aliyê Hevbendiyê ligel Urdinê û aliyên piştgir”, hevdem bi diyarkirina metirsiyên encam bidin ji sedema vê rewşê û derencamên wê.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir “Ku serbora du hêzên artêşa azad, bi gelek baş hatiye dîtin li dijî rijêma Esed û rêxistina DAIŞê yên terorîst, û gelek şehîd ji aliyê wan hatine dan li tevaya Sûriyê”.
Hevbendiyê dît ku “îro tişta dibe gelek kes tênagihêjin, û tirsek peyda dibe ku ev yek bibe beşek ji amadekariyan û girêbestekê di navbera Rûsiya û Rijêma tawankar de li ser biyabana Sûriyê (Badiyê) û valakirina wê ji şervanên artêşa azad”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî