Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de şehîdbûna 84 kadirên bijîşkî û kadirên berevaniya sivîl li Sûriyê ji destpêka sala 2017ê belgeh kirine, û diyar kir ko rêjîma Esed berpirsa kuştina piraniya wan e.
Raporta ko duh înê derketiye şehîdbûna 13 kadirên bijîşkî di meha tebaxê tenê de belgeh kiriye, hêzên rêjîmê xwebexşekî bijîşkî û rêjîma Daiş jî bijîşkek kuştine, û hêzên hevpeymana navdewletî jî di ber kuştina 4 bijîşkan de berpirs in, û heft kes bi destê aliyên nediyar hatine kuştin.
Raportê 14 bûyerên zêdegaviyê li ser navendên zindîdar yên bijîşkî û navendên berevaniya sivîl belgeh kirine, ji wan pênc bi destê hêzên rêjîmê bûne, dema navendên berevaniya sivîl amanc kirine, û bûyerek bi destê hêzên Rûsî û hêzên PYD dema bargehên bijîşkî amanc kirine, her weha raportê çar bûyerên bi destê hêzên hevpeymana navdewletî jî û sê bûyerên din yên li ser navendên berevaniya sivîl bi destê aliyên nediyar belgeh kirine.
Raportê anî ziman ko ev êrîş binpêkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê yên 2139 û 2254 ne, ku herdu biryar dibêjin, divê êrîşên bêserûber rawestin, her weha tawankariya kuştina bi mebest binpêkirina madeya 8an ji yasaya Roma ya bingehîn e, û ew tawanên cengê ne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî