Duhî li roja înê, çend xwepêşandan li hin bajar û navçeyên Sûriyê ji bo azadiyê û rûxandina Rijêmê û dadgehkirina Beşar Esed hatin lidarxistin, û têde xwepêşanderan redkirina xwe li hember daxuyaniyên şanderê navdewletî yê taybet bi karubarê Sûriyê, Stîvan Dîmestora, nîşan dan.
Xwepêşanderan tablo bilind kirin û têde berdewamiya xwe li ser rêbaza şoreşê heta bidestxistina azadiyê û rûmetê û rûxandina rijêma Esed tekez kirin, û dîtin ku Rijêm yekem berpirsyar e di ber tawanên li Sûriyê dibin.
Xwepêşenderan daxuyaniya şanderê navdewletî pirotesto kir, û di siloganên xwe de dîtin ku ew “bûye berdevkê Esed û hevalbenda wî Rûsiya.”
Û li aliyekî din daxwaza cêbicêkirina biryarên navdewletî û dadgehkirina tawankarên şer ji şanderê navdewletî kirin, nemaze piştî belavbûna raporta komîta lêkolînê ya ser bi NY ve, û têde bikaranîna çekên kêmiyayî li dijî gelê Sûriyê hatiye tekezkirin.
Û Ii Idlibê û gundewarê wê, ji aliyê xwepêşanderan carek din komkujiya Xanşîxon ya li nîsana borî hatî pêkanîn hat şermezarkirin, û piştî piştrastkirina berpirsyaretiya Esed li hember komkujiyê ji aliyê komîta lêkolînên navdewletî, û xwepêşanderan daxwaza radestkirina rêveberiya bajêr bo rêveberiyek sivîl kir, dûr ji desthilatdariya hêzên leşkerî.
Li bajarê Der’a xwepêşanderan daxwaza serbestberdana girtiyan ji girtîgehên rijêma Esed kir, û herwiha helwesta xwe ya redkirinê nîşan dan li hember agirbest û lihevhatinên ligel Rijêmê bi rêka Rûsiya dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî