Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê li gel Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Dicive

September 28, 2021
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê li gel Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Dicive

Şandê Hevbeş ê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî, li baregeha Netewên Yekbûyî li gel Emnînadrê Giştî yê Netewên Yekbûyî  António Guterres li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, û bi Emîndarê Giştî re behsa pêşhatên rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê kirin.

Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, û Cîgira Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş, û Endamê Desteya Siyasî û Serokê Ofîsa Têkliyên Derve di Desteya Danûstandinê de Bedir Camûs, û Endamê Desteya Danûstandinê Îbrahîm Biro amade bûn.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser rewşa meydanî ya dijwar û zehmet yaku sûrî li tevaya deverên welêt têde dijîn bi sedema tawanên berdewam ên ku rijêma Esed û piştgirên wê li Deraa û Idlibê pêk tînin axivî, her weha li ser kiryarên teroristî yên ku rêxistina PKK ya terrorist li rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Û tekez kir ku doza Sûriyê ne tenê dozeke mirovahî ye, û bal kişand ser ku pêwîst e rêya siyasî bête livandin, û rola Netewên Yekbûyî têde hebe, daku tevaya biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 cîbicî bibin.

Û Elmislit diyar kir ku rijêma Esed û Rûsiya di astengkirina pirosesa siyasî de berdewam in, û nahêlin çareya siyasî yaku dê aramî û ewlehiyê li welêt vegerîne pêk were, ji ber ku rijêm û piştgirên wê xwe dispêrin rêbaza leşkerî ya xwîndar.

Û Elmislit li ser pirsgirêkên kexez û belgeyên kesayetî yên sûriyan axivî, û got ku rijêm nahêle ku welatî wan belgeyan werbigrin, an riya bidestxistina belgeyan dijwar dike daku welatî bi pereyên pir belgeyan bistînin, û ji Netewên Yekbûyî daxwaza rêşûnên vebir di vî warî de kir, û xwest ku wek filestîniyan bi sûriyan re bide û bistîne, û belgeyin Navnetewî yên demikî bidin wan.

Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, di hevdîtinê de li ser doseya girtî û binçavkiriyên bikotekî axivî, û dît ku doseya girtiyan bandorê li her malbeteke sûrî dike, û ji Emîndarê Giştî daxwaza pêşkêşkirina destpêşxeriyeke taybet di vî warî de kir.

Û Elebde cext kir ku pirosesa siyasî dê ne rewa be û wateya wê tunebe ger tevaya girtiyan neyên berdan û çarenûsa binçavkiriyên kotekî diyar nebe, û lêpirsîn û sizakirina her kesê destê wî bi xwîna sûriyan bûye misoger nebe.

Û Elebde pirsî: Gelo çi sûdariya pirosesa siyasî li gor biryara 2254 yaku ji pênc sal û nîvan de derketiye heye ku ta niha wek şêweyê ku biryar pê hatiye der cîbicî nebûye ? Û ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî  daxwaza piştgiriya hêviyên gelê Sûrî û cîbicîkirina biryara 2254 bi temamî û kartêkerkirina tevaya sepetên wê daku pirosesa siyasî pêşve here kir.

Û Elebde cext kir ku penaber û derbiderên Sûrî pir dixwazin bi rûmet û azadî û bi awayekî ji def xwe ve vegerin dever û malên xwe, û ew veger di bin sîwaneke siyasî de be, û tevaya mafên welatiyan misoger bike, û dûrî desthilatdariya rijêma Esed be.

Û Elebde tekezî li ser pêwîstiya nehêlana çi hewldanên normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re kir, û fişar li ser rijêmê û piştgirên wê  bimîne, û ew sizayên nîşankirî bimînin bêyî ku nêzî piştgiriya mirovahî û tiştên bi nexweşiya korona ve girêdayî bibe, û tenê sizayên ku serê rijêmê  û xeleka teng ya derdora wî armanc dike bimînin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê li gel Şandê Firansayê li Netewên Yekbûyî Dicive

Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê li gel Şandê Firansayê li Netewên Yekbûyî Dicive

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.