Şandê Hevbeş ê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî, li baregeha Netewên Yekbûyî li gel Emnînadrê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, û bi Emîndarê Giştî re behsa pêşhatên rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê kirin.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, û Cîgira Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş, û Endamê Desteya Siyasî û Serokê Ofîsa Têkliyên Derve di Desteya Danûstandinê de Bedir Camûs, û Endamê Desteya Danûstandinê Îbrahîm Biro amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser rewşa meydanî ya dijwar û zehmet yaku sûrî li tevaya deverên welêt têde dijîn bi sedema tawanên berdewam ên ku rijêma Esed û piştgirên wê li Deraa û Idlibê pêk tînin axivî, her weha li ser kiryarên teroristî yên ku rêxistina PKK ya terrorist li rojhilatê Sûriyê pêk tîne.
Û tekez kir ku doza Sûriyê ne tenê dozeke mirovahî ye, û bal kişand ser ku pêwîst e rêya siyasî bête livandin, û rola Netewên Yekbûyî têde hebe, daku tevaya biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 cîbicî bibin.
Û Elmislit diyar kir ku rijêma Esed û Rûsiya di astengkirina pirosesa siyasî de berdewam in, û nahêlin çareya siyasî yaku dê aramî û ewlehiyê li welêt vegerîne pêk were, ji ber ku rijêm û piştgirên wê xwe dispêrin rêbaza leşkerî ya xwîndar.
Û Elmislit li ser pirsgirêkên kexez û belgeyên kesayetî yên sûriyan axivî, û got ku rijêm nahêle ku welatî wan belgeyan werbigrin, an riya bidestxistina belgeyan dijwar dike daku welatî bi pereyên pir belgeyan bistînin, û ji Netewên Yekbûyî daxwaza rêşûnên vebir di vî warî de kir, û xwest ku wek filestîniyan bi sûriyan re bide û bistîne, û belgeyin Navnetewî yên demikî bidin wan.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, di hevdîtinê de li ser doseya girtî û binçavkiriyên bikotekî axivî, û dît ku doseya girtiyan bandorê li her malbeteke sûrî dike, û ji Emîndarê Giştî daxwaza pêşkêşkirina destpêşxeriyeke taybet di vî warî de kir.
Û Elebde cext kir ku pirosesa siyasî dê ne rewa be û wateya wê tunebe ger tevaya girtiyan neyên berdan û çarenûsa binçavkiriyên kotekî diyar nebe, û lêpirsîn û sizakirina her kesê destê wî bi xwîna sûriyan bûye misoger nebe.
Û Elebde pirsî: Gelo çi sûdariya pirosesa siyasî li gor biryara 2254 yaku ji pênc sal û nîvan de derketiye heye ku ta niha wek şêweyê ku biryar pê hatiye der cîbicî nebûye ? Û ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî daxwaza piştgiriya hêviyên gelê Sûrî û cîbicîkirina biryara 2254 bi temamî û kartêkerkirina tevaya sepetên wê daku pirosesa siyasî pêşve here kir.
Û Elebde cext kir ku penaber û derbiderên Sûrî pir dixwazin bi rûmet û azadî û bi awayekî ji def xwe ve vegerin dever û malên xwe, û ew veger di bin sîwaneke siyasî de be, û tevaya mafên welatiyan misoger bike, û dûrî desthilatdariya rijêma Esed be.
Û Elebde tekezî li ser pêwîstiya nehêlana çi hewldanên normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re kir, û fişar li ser rijêmê û piştgirên wê bimîne, û ew sizayên nîşankirî bimînin bêyî ku nêzî piştgiriya mirovahî û tiştên bi nexweşiya korona ve girêdayî bibe, û tenê sizayên ku serê rijêmê û xeleka teng ya derdora wî armanc dike bimînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî