Netewên Yekbûyî nîgeraniya xwe anî ziman derbarê saxlemî û parastina dora 15hezar kesî piraniya wan jin û zarok in, ku hêj li hindirê bajarê Reqayê dorpêçkirî ne, di heman çaxê ko bajar bi êrîşên asmanî û yên milîtanên QSD bombebaran dibe.
Berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Stîvan Dogrîk di kongirekî rojnamevanî de li bargehê Netewên Yekbûyî li Niyûyork duh pêncşemê got: “rewşa mirovî li hindirê bajêr, li gora raportên hatine, piraniya niştecihan beraberiya rewşeke mirovî û tendiristî û jiyanê û ewlekariyê ya pir aloz dikin. ”
Dogrîk destnîşan kir ko ji tîrmeha borî de bêtir ji 51hezar mirovî ji Reqayê û ji nav wan nêzîk 30hezar kesî di meha tebaxê de derbider bûne.
Dogrîk got ko “acansên Netewên Yekbûyî di rêya hevparên xwe yên xwecihî re bi berdewamî xwarinê û keresteyên sereke yên din û pêdawîstiyên paqijkirinê û çareserkirina bijîşkî û vaksînan ji kesên hewcedar re dabîn dikin, û ne kêmî 58 herêmên ku piraniya derbiderên hindirîn li wan kom bûne.”
Raportên navnetewî anîne ziman ko di heyva tebaxa borî de alîkariyên xwarinê gihane 333hezar kesî, û 252 hezar zarokên Sûrî yên kêmî pênc salan li parêzgeha Reqa û Dêra Zorê li dijî falica zarokan hatine derzîdan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acansa Enadol