Nêzîkî 25 sivîlên ji navçeya E’qêrbat li parêzgeha Hemayê Ji aliyê hêzên rijêma Esed ve hatin girtin, dema hewl didan ber bi navçeyên artêşa azad ve koçber bibin, jin û zarok jî di nav wan de hene.
Serokê encûmena rêveberiya “desteya Sûriyê ya serbestberdana dîl û girtiyan” Fehid Elmûsa, duhî roja pêncşemê di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Smrat got ku ew sivîl li ser riya di navbera bajarokê “Elsebûra” û “Elsi’n” de ji aliyê hêzên Rijêmê ve hatin girtin.
Elmûsa got ku hîç pêwendiyên wan girtiyan ligel rêxistana DAIŞ yan her hêzeke leşkerî li parêzgehê nînin, û bal kişand ku ji aliyê desteyê navê 12 kesan ji wan girtiyan hatine belgekirin.
Elmûsa diyar kir ku hejmarek mezin ji sivîlên bajarokê “E’qîrbat” yên libin destê DAIŞê û ji aliyê hêzên Rijêmê dorpêçkirî ne, hewl didin biçin navçeyên artêşa azad bi rêka “Geliyê Ele’zêb” yê nêzîk, lê hindek ji wan dikevin destê hêzên Rijêmê de.
Hêjayî gotinê ye ku deh sivîl hatin kuştin û 11 sivîlên din tevlî hin jin û zarokan ji aliyê hêzên Rijêmê ve hatibûn girtin, dema hewl didan ji heman navçeyên ser bi parêzgeha Hema ber bi navçeyên rizgarkirî li parêzgeha Idlibê ve biçin.
Herwiha ku encûmena parêzgeha Hemayê ya azad li demekê pêştir bangewaziyek dabû civaka navdewletî ji bo vekirina kirîdorên aram li pêşiya sivîlên dorpêçkirî, ku hêjî nêzîkî 8 hezar sivîlî dorpêçkirî li bajarokê “E’qîrbat” dimînin, û piraniya wan jin û zarokan in.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî