Encûmena Cîgirên Emerîkî bi piraniya dengan pirojeyê biryara nefiroştina firokan ji bo Tehranê pesend kir, rêjîma ko pişta Beşar Elesd ê şerê miletê Sûrî ji şeş salan ve dike digire.
Cîgirê komarî Bîter Roskam piştî dengdanê got:”divê fabrîkayên rojavayî nema firokên sivîl bifiroşin Îranê ji ber ku Îran berdewam sûdeyê ji van firokên sivîlî werdigire di piştgiriya tiroristiyê û tawankarên cengê de”.
Roskam destnîşan kir ko rêjîma Îranê di şeş salên borî de bi hezaran endamên milîtanên Îranî ji Tehranê birine Şamê.
Rojnameya “New Yourk Times” di dawiya heyva borî de, mukurhatina Ne’îm Silêman cîgirê serokê milîtanên hizbulah guhastibû, ko wan pisporên mezin ji hêzên din yên dilxwazên Îranê re li tevaya herêmê şandine.
Çend rojnameyan guhastiye ko Îran milîtanên xwe bi rêya kompaniyên firokan ber bi firokxaneya Şamê ya navdewletî ve birine.
Vekolînerê zankoya Mîrland yê taybetmend bi karûbarê komên çekdar, Filîp Simêt, anî ziman ko bêtir ji 10 hezar Îraqî yên li Sûriyê di pevçûnên Helebê de sala derbasbûyî, hem jî bi hezaran şervanên ko rêjîmê ew anîne hatine kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acans