Duhî roja yekşemê 10 sivîl hatin kuştin û hin birîndar bûn bi sedema êrîşên firokên Rijêmê û Rûsiya li ser herdu bajarên Elmeyadîn û Elmohesen û gundê Elebolêl yên dibin destê rêxistina DAIŞê de li rojhilatê bajarê Dêrazorê.
Û çalakvan Mihemed Elxidir ji ajansa smrat re got ku gundê Elebolêl li rojhilatê Dêrazorê ji aliyê firokên şer hat bombebarankirin, û tê texmînkirin ku ew firok ser bi hêzên esmanî yên Rijêmê û Rûsiya ve bin, ku têde 8 sivîl hatin kuştin û 2 hatin birîndarkirin, û Elxidir got ku sivîlin din di êrîşeke hevşêwe de li ser Elmeyadîn û Elmohesen li rojhilatê Dêrazorê hatine kuştin.
Elxidir bal kişand ku birîndarên gundê Elebolêl ji aliyê xelkê hatin raguhestin bo kilînikgehên nojdariyê yên taybet li Elmeyadîn û Eli’şara, û bal kişand ser ku rêxistina DAIŞ birîndarên xwe tenê çareser dike.
Û ligor çalakvanên Dêrazorê dibêjin, sivîl bi awayekî rojane jiyana xwe jidest didin bi sedema êrîşên firokên Hevpeymaniya Navdewletî û firokên Rûsiya û Rijêmê, ku nêzîkî 100 kesan di êrîşekê de roja înê hatibûn kuştin, piraniya wan jin û zarok bûn.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de li roja înê armanckirina sivîlên Sûriyê şermezar kiribû, û aliyên berpirsyar di ber pêkanîna van tawanan de, û sercem aliyên navdewletî bi vê yekê agahdar kiribû ku ev yek dibin tawanên şer û binpêkirina yasa navdewletî û “bêdengiya li hember vê yekê bi tiştek kirêt û şerm dîtibû, û ev bêdengî wek sedema serekî ya berdewamiya tawanan dîtibû“.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî