Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Uqab Yihya got ku bombebarana li Selemiyê dibe piştî çend rojan ji axaftinên ceneralê Îranî Qasim Silêmanî pêkhat, çimkî wî li ser xelkên bajêr gotibû ku ew ji rêkxistina DAIŞê tundtir in.
Yihya di daxuyaniyeke taybet de bal kêşand ser ko amanc ji van axaftininan nediyar e, û bi taybetî di vê dema nefehmkirî de, û dibîne ko ew di heman dema hewildanên Îranê yên berfirehkirina destdanîna ser qadê de ne, ya ko xelkên bajarê Selemiyê ew red kirin.
Yihya destnîşan kir ko rêjîma Esed û simbolên wê hewil didin ko berê berpirsyariya di ber wan bombebaranan de bibin ser Daiş, û diyar kir ko dîdevan li herêmê tekez dikin ko mûşek ji herêmên rêjîmê û milîtanên Îranî yên tirorist tên.
Her weha desteya siyasî dibîne ko amanca rêjîmê û Tehranê ji vê yekê “têkele di navbera operasiyona tirsandina xelkên herêmê û koçkirina neçarî wek ko li herêmên dî çêbû, an daxwaza pereyan ji “Axa Xan” dikin ” û xelkên herêmê sûr in ko beraberiya rêjîmê bikin, û pêdiviya vî tiştî bi kar û qurbaniyên bêtir heye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî