Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di gotara xwe ya li pêşberî komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî got ku dewleta Tirkiyê alîkariya siyasî û mirovî kiriye û dê berdewam bike tako kêşeya miletê Sûriyê çareser bike.
Erdogan di gotina xwe de got ko civaka navdewletî têkçû di beraberiya astengiyên mirovî de yên ko misilmanên “Arakan” tuşî wan dibin, her wekî li Sûriyê têkçû, û daxwaza pêşvebirina dîtneke nû ji bo aştiya cîhanî kir.
Erdogan di gotara xwe de kirdeyên rêkxistina PYD rexne kirin û got ku Partiya Yekîtiya dîmuqratî milkên kesên ko ne bi siyaseta wê re dibe, û li herêmên kontrola wê hevrikên xwe an dikuje an jî wan derdixe derveyî sînorê Sûriyê.
Erdogan destnîşan kir ko civaka navdewletî miletê Sûrî bi tenê hişt, û daxwaz ji hemû dewlet û dezgehên navdewletî yên ko barê 3,2 milyon penaberî di hustê Tirkiyê de hiştiye kir ko pabendên sozên xwe bin.
Û serokê Tirkiyê got ku gelek alî û hêzên dibêjin ku em şerê Daiş li herêmê dikin, vê mijara şerê li dijî Daişê ji bo planên xwe bi kar tînin, Erdogan got ku ez biguman im Encûmena Ewlekariyê bingeheke dadwer û kartêker misoger bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Enadol