Îroj 22 êlûnê Helbijartinên PYD yên dibin durşmên gefên birîna alîkarî û para mazot û xazê ji ser welatiyan hatin birêvebirin. li gor agahiyên peyamnêrê malpera Hevbendiyê li parêzgehê, yê ku diyar kir ku tevî gef û fişaran beşdarbûna welatiyan di helbijartinan de lawaz bû.
Idrîs Qasim welatiyek ji bajarê Hesekê ji peyamnêrê me re diyar kir ku tevî gefên PYD lê piraniya welatiyan beşdarî di van helbijartinan de nekirin û beşê ku beşdar bûn û deng dan ji ber gefan bû.
Ji layê xwe ve Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS daxuyaniyek belavkir têde doz li welatiyan kir ku helbijartinên PYD baykot bikin, derbarê helwesta ENKS Ismaîl Sînan endamê xwecehiya ENKS li Amûdê ji malpera me re ragihand ku helbijartinên PYD nerewa ne û di bin zora tifingê de ne .
Sînan diyar kir ku piresgirêka gelê kurd li Sûriyê pirseke siyasî ye û nayê qebûlkirin ku têkeve warekî xizmetê de.
hêjaye gotinê ye ku çekdarên PYD di roja helbijartinan de riyên serke di navbera bajarên parêzgehê qutkiribûn.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê