Pênc hêzên leşkerî yên şoreşger li navçeya rojhilat û bi sedema guhertinên dawiyê li parêzgeha Dêrazorê, daxuyaniyek dan û têde yekgirtina xwe di çarçovê yek odeya oparesyonan de û li jêr desteyeke siyasî ya hevbeş ragihandin.
Di daxuyaniyê de ku hêzên Cêş Mexawîr Elsewra û Cêş Isûd Elşerqiyê û Tecemu’h Ehrar Elşerqiyê û Cêş Elşerqiyê û Lîwayê Tehrîr Dêrazor, rêkeftin li ser damezrandina odeyeka oparesyonan ya hevbeş bi fermandariya ceneral Ehmed Cedî’h ku wê bi erkê çavdêriyê û kargeriya karên leşkerî rabe.
Daxuyaniyê got ku wê desteyek siyasî bi serokatiya Tilas Selama û cîgirê wî Minîr Elsyal bête damezrandin, û bal kişand ku wê odeya oparesyonên siyasî û leşkerî dest bi erkên xwe bike ji bo avakirina laşê rêxistinî û sîstema navxweyî di nêzîktirîn dem de, herwiha wê cihê biryardanê be her ji roja derxistina vê daxuyaniyê de.
Berdevkê kombenda navçeya rojhilat Midir Hemad Ele’sed bo rojnameya Elqudis Elerebî got ku yekgirtin hat bi rêka destpêşxeriyeke gelêrî ji aliyê cemawerê navçeya rojhilat ya Hesekê û Dêrazorê, ku bû fakterê pêkanîna odeyeka oparesyonan ya hevbeş.
Elese’sed dît ku ev pêgav wek yekem kok e ji bo damezrandina artîşeke niştimanî, û bal kişand ku ev hêz îro dibin stûna artêşa azad.
Eles’ed tekez kir ku yekgirtin wê bibe fakter bo vegerandina rewşa devera Ferat ji berî hatina rêxistina DAIŞ, ya navçe li ser destê wê hatiye wêrankirin û bi encamdana komkujiyan li dijî sivîl û şoreşgerên li dijî rijêma Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Elqudis Ererebî