Binpêkirinên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li hirêmên Kurdî li Sûriyê di derheqê xelkên sivîl de berdewam in.
Di demên dawiyê de PYD bi dehan malên welatiyan desteser kirine bi behaneya ku xwediyên xaniyan li dervî welat in.
Çalakvan Elî Zeyno da zanîn ku çekdarên PYDê xaniyê welatiyê bi navê Xelîl Reşîd Horo li gundê Qorta yê bi ser bajarokê Bilbilê ve desteser kir, û tevaya kelûpelên malê avêtin derve.
Zeyno diyar kir ku çekdarên PYDê ji destpêka salê de dest danîne ser bi dehan ji xaniyên xelkê û ew kirine navend ji dezgehên xwe re .
Di dawiya gotina xwe de, Zayno tekez kir ku ev kiryarên PYDê binpêkirinin giran in û prensîbên bingehîn yên mafên mirovan binpê dike û ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku fişarê li wan bikin da kiryarên xwe rawestînin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê