Encûmena mafê mirovan ya NY, berdewamiya binpêkirin û zêdegaviyên pêrewkirî yên berfereh dijî mafên mirovan û sercem binpêkirinên yasa mirovahî ya navdewletî yên ji aliyê hêzên rijêma Esed û milîsên wê dibin, şermezar kir.
Biryara encûmenê ya duhî roja înê hatî standin, daxwaz ji hêzên Rijêmê û hevalbendên wê kir ku êrîşên bêserûber li dijî sivîlan û dezgehên bajarvaniyê rawestînin, û daxwaza rawestandina êrîşên li ser navendên saxlemiyê û yên sivîl û alvên veguhestinê û xwendingeh û karmendên warê mirovî kir.
Herwiha biryara encûmenê, destxweşî li karê komîta lêkolînan a navdewletî ya serbixwe kir, ya ku ji aliyê encûmena mafê mirov ji bo Sûriyê hatibû dirustkirin, û têde daxwaz ji rijêma Esed kiriye ku bi temamî hevkar be ligel karê komîteyê, û hêsankariyan jêre peyda bike da bilez û bêmerc rê bo wê bête dan û li tevaya Sûriyê tevbigere.
Heman biryara navdewletî bikaranîna bêserûber ya çekên giran û firokan û bombe û denemêt û bermîlên teqîner ji aliyê hêzên Rijêmê ve, şermezar kir.
Biryarê tekez kiriye li ser danîna sînorekî bilez ji êrîşên li ser navendên pizîşkî û fermanber û sivîl û jêrxaneya bingehîn re, tevî veguhestina medenî û navendên xwendinê û saxelemiyê.
Biryara navdewletî cext kir li ser giringiya dadpirsînê ligel berpirsên kiryarên kuştina neheq ya sivîlan û dadgehkirina hemî kesên yasa mirovî ya navdewletî binpêkirine.
Hêjayê gotinê ye ku Yan Îcland, alîkarê şanderê navdewletî yê karubarê mirovî li Sûriyê, pêr roja pêncşemê, daxwaza giringîpêdana dîtina mêkanîzmekê kiribû ji bo gerantîkirina armancnekirina dezgehên mirovî li Sûriyê, û êrîşên li ser pênc nexweşxaneyên Sûriyê û ambargehên alîkariyên mirovî li Idlibê şermezar kiribûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/Wekalat