Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Raporteke Mafnasiyê: Rûsya Bi Hezaran Sivîlên Sûrî Kuştinê û Bi Milyonan Koçber Kirine

October 2, 2017
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 3 mins read
A A
Raporteke Mafnasiyê: Rûsya Bi Hezaran Sivîlên Sûrî Kuştinê û Bi Milyonan Koçber Kirine

Rêkxistineke Mafnasiyê tekez kir ko Rûsya ji destpêka têwerdana wê ya leşkerî di Sûriyê de, bêtir ji pênc hezar sivîlên Sûrî kuştine, ji bo nehêle rêjîma Esed ji berî du salan ve birûxe, û diyar kir ko bombebarana Rûsya bû sedema derbiderbûna milyonên sivîan  ji encma armanckirina wê ji bargehên tendiristî û yên xizmetkarî re.

Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya duh yekşemê de anî ziman ko wê kuştina 5233 sivîlî ji nav wan 886 jin û zarok bi destê hêzên Rûsî li Sûriyê ji gava têwerdana wê ya leşkerî de di 30 eylûla 2015, belgeh kirine.

Di raportê de hatiye ko Rûsya ziyanên mirovî û darayî yên mezin kirine, ku gihaye 85% ji herêmên rizgarkirî yên di bin kontrola şoreşgeran de, û rêjeya mayî li herêmên bin kontrola rêkxistina Daiş ya ko li wir jî sivîl ne şervanên wê rêkxistinê ne amanc kirine.

Raportê di belgehkirina xwe de pal daye ser 14 dîdevaniyên ku yekser ji devê dîdevanan hatine wergirtin, û 251 kuştar ko hêzên Rûsî pêkanîne û bi hezaran kuştine belgeh kirine, û anî ziman ko êrîşên Rûsî bûn sedema derbiderbûna 2.2 milyon kes bi kêmanî, yên ko ji ber bombebaran û wêrankirinê reviyane.

Her weha raportê nekêmî 707 bûyerên zêdegaviyên Rûsî li ser navendên zindîdar yên sivîl tomer kirine, ji wan jî 109 mizgeft û 143 navendên perwerdeyê û 119 bargehên bijîşkî hatine armanckirin, û 47 kes ji kadiroyên bijîşkî kuştine,8 jin di nav wan de hene,  û 24 ji kadirên Berevaniya sivîl û 16 ji kadirên ragihandinê jî kuştine.

Toreyê di raporta xwe de diyar kir ko hêzên Rûsî bombeyên goşî nekêmî 212 caran bikar anîne, piraniya wan li ser parêzgeha Idlibê ne, her weha bombeyên sotandinê bêtir ji 105 caran bi kar anîne û piraniya wan li ser bajarê Helebê bûn.

Toreya mafnasiyê Rûsya bi bestina peymanên ku bûn sedema koçkirina neçarî tawanbar kir, di dema ku wê peyman û lihevhatin çêdikirin û wê bi xwe çavdêriya wan wek aliyekî dabînker dikir , wek peymana koçberkirina taxên rojhilat ji bajarê Helebê û taxa Elwe’r li Humsê di adara 2017.

Toreyê di raporta xwe de tekez kir ko “ bêguman e, Rûsya biryarên encûmena ewlekariyê ya hejmar 2139 û ya 2254 yên derbarê qedexekirina bombebarana bêserûber binpê kirine, û bi  wê tawankariya kuştina bi mebest  madeya 8an ji yasaya Roma ya bingehîn binpê kiriye, ji lewra ew wek tawanên cengê tên dîtin. ”

Toreyê di dawiya raporta xwe de daxwaz ji encûmena ewlekariyê kir ko pêrabûnin din bike, piştî derçûna biryara hejmar 2254 ya ko aşkere dibêje: “çi êrîşên li dijî sivîlan û deverên sivîl divê yekser bên rawestandin, ji wan jî êrîşên li ser bargehên bijîşkî û karmendên biwara bijîşkî, û her weha rawestandina  bêserûberiya bikaranîna çekan tevlî bombebarandina topan û êrîşên asmanî.  ”

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Encûmeneke Xwecihî li Xûta Hişyariyê ji Çêbûna Bobelateke Mirovî Dide

Encûmeneke Xwecihî li Xûta Hişyariyê ji Çêbûna Bobelateke Mirovî Dide

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.