Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd Birahîm Biro got ko Partiya Yekîtiya Dîmuqrart PYD partiyeke Tekrew e û şirîkatiya siyasî napejirîn, û ji destpêka şoreşê de û peywendiyên wê cihê gumanê ne, û alîgiriya rêjîma Esed ji xwe re bijart û hevalbendî pê re kir, çimkî berê jî peywendiya Partiya Karkerên Kurdistanê û rêjîma Esed ji salên heştêyî ji sedsala borî de digel hev hebûn.
Biro bal kêşand ser ko her kes zane ku çargoşeya ewlekariyê ya rêjîmê li bajarê Qamişlo û Hesekê heye, û dezgehên ewlekariyê karê xwe li wir berdewam dikin.
Biro PYD tawanbar kir ku rêjîmê bi rêkeftin karê xwe spartiye wê, piştî ko xwe ji herêmên Kurdan vekêşand û rê da endamên PYD ko desthilatiya xwe feriz bikin, û got ku birêveberiya wê ne bi hilbijartinan lê belê bi devê tivingê hatiye.
Biro aşkere kir ko bêtir ji 122 girtiyên siyasî di zindanên PYD de hene, û bi tawanên cuda tên tawanbarkirin, û yên herî xuyanî danpênedana bi Xweseriya wê ya dîmuqratîk û derketina xwepêşindanan bê destûrdan in, Biro diyar kir ko em danpêdanê bi birêveberiya PYD nakin, lewra em destûra xwepêşindanan naxwazin, û tiştê ku PYD dike rêjîma Esed wisa nekiribû gava li herêmê desthilatdar bû, û PYD bû sedema koçberkirina bi hezaran ji ciwanên herêmê, û rêbazeke xwendinê ya idyolocîk feriz kiriye, û derî li ber jiyana siyasî girtine, û astengiyan derdixe û xelkê dixe zindanan ji bo nerînên ne wek yên xwe qedexe bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Elşerq Elewset