Duh Sêşemê 3-10-2017 li du cihan salvegera teqîna hola Senabil li bajarê Hesekê ji hêla Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS hate vejandin.
Li gundê Nofeliyê li ser gora pakrewan Ceger Beşar Emîn û li gundê Qolo û li ser gora pakrewan Behaa Fatimê rêwresmên bîranînê hatin birêvebirin, li gor agahiyên peyamnêrê malpera me.
Li herdû deveran gotarên ENKS ji hêla Fesla Yûsif û Mehmûd Mele ve hatin pêşkêşkirin.
ENKS bi tundî teqîna hola Senabil li bajarê Hesekê ku gelê kurd têde qurbaniyeke mezin danî, şermezar kir, û ragihand ku rêxistina DAIŞ rêxistineke terroristî ya hov e, û hewil dida ku bi kuştin û talankirinê desthilata xwe li deverê bisepîne.
Herdû cîgirên serokê ENKS di bîranîna vê bûyera diltezîn de bal kişandin ser refrandoma Kurdistanê û gotin ku miletê kurd qurbaniyên mezin dane, û teqîna hola Senabil li bajarê Hesekê yek ji wan bû, lê viyana wî kêm nebû û moralê wî bilind ma, û bê dudilî li pey doza xwe maye, û îro encamên keda salan bi dest dixe .
Di dawiya gotinan de sersaxî ji malbatên pakrewanan û miletê kurd re hate xwestin.
Tê zanîn ku di 3-10-2016 de xwekujekî ji rêxistina DAIŞê ya terorist xwe di şahiyeke malbata Fatimê de li hola Senabil li bajarê Hesekê xwe teqandibû, û di encamê de bi dehên kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê