Toreya Sûrî ya mafên mirovan di raporteke xwe de duh sêşembê belav kiriye, anî ziman ko wê kuştina 34 girtiyan di zindanên rêjîma Esed de di bin êşkenceyê de di tîrmeha 2017an de belgeh kirine, û 2 jin û xwendekarekî zankoyê di nav qurbaniyan de hene.
Toreyê di raporta xwe de got ko 195 kes bi êşkenceyê bi destê aliyên corbicor yên sereke ji destpêka sala 2017an de hatine kuştin, ji nav wan 33 girtî bi destê hêzên Beşar û yek di zindanên Desteya Tehrîr Alşam de.
Di raporta Toreyê de hatiye ko qurbaniyên parêzgeha Dera’ yên herî pir in, hejmara wan gihişte 16 kesan, û qurbaniyên din 7 li Şamê û gundewarê wê û 4 li Helebê, 2 li Idlibê û wek wan li Hemayê, yek li Laziqiyê, yek li Hums û yek li Reqayê.
Li gora dawîtirîn raporta salane ya Toreya Sûriyê ya mafên mirovan ya ko di cehzerana sala borî de belav bû, ya bi navûnîşana “divê em girtiyên mayî rizgar bikin”, hejmara qurbaniyên bi êşkenceyê wê çaxê hatibûn kuştin gihabû 12679 kesan, 163 zarok û 53 jin di nav wan de hebûn.
Berê jî rêkxistin û desteyên mafnasiyê kuştina bi hezaran girtiyên ko bi êşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de hatine kuştin belgeh kirine, ku di zindanên rêjîma Esed de rojane ji adara 2011ê ve êşkenceyeke tund li girtiyan dibe, her weha rêkxistinên mafnasiyê civaka navdewletî bi bêdengiyê tawanbar dikin, û dibêjin ku piştguhkirina sizakirina rêjîma Esed, rê li ber xweş dike da tawanên nû pêkbîne.
Toreyê tekez kir ko “kuştina ev qas qurbanî mehane bi êşkenceyê, tevlî ku ev asta hatiye belgehkirin ya herî kêm e, diyar dike ko bêguman ew siyaseteke rêbazkirî ye û serekê rêjîmê fermanan dide, û hemû dezhehên leşkerî yên rêjîmê pê haydar in, lewra ew tawanên cengê ne. ”
Û saziya “Humen Rights Watch”, doh, ragihand ku encamên karên ji bo desteserkirina tawankarên ku tawan li Sûriyê pêk anîne diyar dibin, û bi taybetî li dadgehên Siwêdî û Almanî.
Û saziyê tekez kir ku Swêd û Almanya hin kesên tawanên cengê pêkanîne tewanbar kirine û li wan digere, û wê saziyê hişyarî da derbarê ku vekolîner û kesên wan tewanan dişopînin li Swêd û Almanya gelek astengiyan dibînin dema tewanên li Sûriyê pêkhatine dişopînin, ku hin ji wan tewanên cengê û yên dijî mirovahiyê û komelkujî ne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî