Berpirsiyarên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kirin ko Rûsya û Îran rêjîma Esed û dezgehên wê bi tekûzî kontrol dikin, û gotin ku ew di tawankariyên derheqê miletê Sûrî de dibin beşdar in.
Ev gotin di hevdîtineke berpirsiyarên Hevbendiya niştimanî digel serpereştên bajarê Dimêr yê bi ser herêma Qelemûn ve îro çarşembê bi rêya qenaleke girtî, hatin gotin.
Serokê komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Heysem Elmalih di hevdîtinê de got: “komîta me hemû tawankariyên rêjîmê û Rûsya û Îranê derheqê miletê Sûrî de belgeh dike”, her weha got ko ew bang li Netewên Yekbûyî dikin ji bo wan di vekolînên dibin de bikar bînin û berpirsiyaran siza bikin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan diyar kir ko Rûsya dezgeh û wezaretên bi ser rêjîmê ve kontrol dike, û nûnerên xwe di wan wezaretan de danîne, û Îran jî dezgehên ewlekariyê kontrol dike.
Remedan bal kişand ser ko Mosko dixwaze têwirdanê di karê opozisyonê de bike, di rêya hewldana derbaskirina hin hevalên xwe di nav wê de, û destnîşan kir ko ew hevalên Rûsya ji wan tê xwestin ko sistbûnê têkin karê desteya bilind ya danûstandinan de, bi armanca ku mana Esed li ser desthilatê dabîn bikin.
Serokê nivîsgeha siyasî ya encûmena xwecihî ya bajarê Dimêr Ehmed Xezal, bal kêşand ser ko herêma Qelemûn rewşa wê ji ya herêmên din cuda ye, û tekez kir ko rêjîm hêj di siyaseta birçîkirin û dorpêçkirinê û nehêlana derbasbûna heyberên bijîşkî û yên bingehîn de berdewam e, û dibîne ku amanc ji wî karê wê ew e neçarkirina çoreşgeran li ser imzakirina lihevkirinan yên ku xweradestkirin bi xwe ne.
Got ko ew mercên rêjîmê red dikin, û rê nadin hêzên wê ji bo derbasbûna herêmê, û hebûna wê napejirînin ne di qonaxa veguhêz de ne jî di paşeroja Sûriyê de.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî