Li Dêrazorê, zêdetir ji 330 hezar kesî ji gund û bajarên xwe koçber bûne bi sedema êrîşên esmanî yên tund û şerên giran di navbera hêzên rijêma Esed yên bi piştevaniya Rûsiya û çekdarên rêxistina DAIŞê ji alîkî de, û şerê navbera DAIŞ û milîsên “QSD” yên bi piştevaniya Amerîka ji aliyekî din ve.
Rêveberê malpera 24, Omer Ebû Leyla duhî roja sêşemê ji ajansa “Smart” re got ku di heyva borî de zêdetir ji 180 kesî ku piraniya wan jin û zarokan in, ji navçeyên desthilata DAIŞ ber bi navçeyên desthilata “QSD” li parêzgehên Reqa û Hesekê koçber bûn.
Ebû Leyla got ku 200 hezar kes ji bajarê Meyadîn li rojhilatê Dêrazorê bi sedema êrîşên esmanî yên rojane û kuştin û birîndarbûna sivîlan ber bi gundên nêzîk de koçber bûne, ku bi tenê rêjeya 2% ji nişteciyan li bajêr mane.
Navhatî amaje kir bi koçberbûna nêzîkî 100 hezar kesî ji wan ber bi gund û bajarokên rojavayê Dêrazorê yên li jêr desthilata rêxistina DAIŞ û navçeyên desthilata milîsên “QSD” li rojhilatê çemê Ferat.
Hêjayê gotinê ye ku berê jî kuştina 310 sivîlan ji aliyê çalakvanên parêzgehê li tevaya Dêrazorê di heyva êlûnê de hatibû belgekirin, ku Dêrazorê di heyvên dawiyê de bi tundî ji aliyê Rûsiya û Rijêmê bi mûşek û firokan tê bombebarankirin, di heman dema şerên di navbera hêzên Rijêmê û DAIŞ de, û şerên di navbera milîsên “QSD” û DAIŞê de, yên ku bûne sedema kuştina bi sedên sivîlan ku piraniya wan jin û zarok in.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê roja duşemê di daxuyaniyekê de êrîşên li ser sivîlan şermezar kiribûn, û li aliyek din encûmena xwecihî ya parêzgehê daxwaz ji NY û sikirtariyeta encûmena mafên mirov û fermandariya Hevpeymaniya Navdewletî kiribû ku bi erkên xwe yên yasayî û rewştî rabin derbarê parastina sivîlan û giringiya standina rêkar û rêşûnên pêwîst bo parastin û bêalîkirina sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî