Serokê partiya hêzên Libnanê Semîr Ce’ce’h hişyarî da derbarê vegera baledestiya rijêma Esed li Libnanê, û di vê derbarê de bombebarankirina Libananê ji aliyê rijêma Esed ve û terorkirina serok Beşîr Elcimeyil û şehîdên 14’ê adarê li bîra xelkê Libnanê anî.
Ce’ce’h di vegotinekê de di dema “qudasên ciwanên Marûnî”de li dêra “Xanima Libnanî ya li Sêdnî”, tekez kir ku vegera desthilata rijêma Esed li Libnanê hêleke Sor e.
Û Ce’ce’h got ku em “carek din rê nadin vegera baledestiya rijêma Esed li ser Libnanê, tevlî hewl û kiryarên fêlbazî yên niha dibin, ku hin kes ji bo vegera penaberên Sûrî dibêjin ku pêwîst e hûn ligel Beşar Esed biaxifin”.
Ce’ce’h dît ku Îran û hizbulaha terorîst, rijêma Esed ji bo mermên xwe bi kar tînin û zêdetir got ku wê ew bi hemû awayan kar bikin ji bo wî bihêlin bi behaneya penaberan.
Ce’ce’h di bersivekê de derbarê pirsekê li ser daxwaza milîsên hizbulah û hevalbendên wê ya ji bo hemahengiya ligel rijêma Esed ji bo vegerandina penaberên Sûrî, got: ” ji bo vegera penaberên Sûrî pêwîst e em ligel NY û dewletên pêwendîdar hemahengiyê bikin ji bo dîtina riyên baştir bo vegera wan, ne bi axafina ligel Beşar Esed”.
Hêjayê gotinê ye ku komsiyona NY ya penaberan gotibû ku baredoxên niha li Sûriyê, ne guncayî ne ji bo vegera penaberan bi aramî, tevlî hewlên milîsên hizbulah û fişarên wê li ser penaberên Sûrî û neçarkirina wan ji bo serê xwe li ber Esed û Rijêma wî bitewînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat