Hêzên Esed di çarçova oparesyoneke nû de ya bi armanca kontrolkirina navçeyên rizgarkirî, bi bermîlên teqîner taxên bajar û bajarokên gundewarê Şamê bombebaran kirin, bi vê yekê rêkeftina agirbestê ya bi çavdêriya navdewletî ji aliyê hêzên Rijêmê ve hat binpêkirin.
Ev oparesyona leşkerî hevdem hat ligel sepandina dorpêçkirinê li ser sercem navçeyên dorpêçkirî, û qedexekirina gihandina alîkariyên mirovî yên ji aliyê NY têne rêkirin, û ev yek dibe binpêkirineke din ji biryarên navdewletî re yên taybet bi karubarê Sûriyê.
Li aliyek din, hin çavkaniyên pizîşkî hişyarî ji qewmîna bobilateke mirovî dan ji ber rewşa nexweşên berpenceşêrê li Xûta rojhilat a Şamê, nemaze eger derman derbas nebin di heftiyên bê de.
Û Dr. Wîsam Elriz rêvebera navenda Elrehma di daxuyaniyekê de ji ajansa “Anadol” re bal kişand ku jiyana 559 kesên nexweşên penceşêrê di metirsiyê de ye bi sedema nebûna dermanan.
“Elriz” bal kişand ku bi sedema dorpêçkirina li ser Xûta ya ji destpêka sala 2017 an de, derman ji berî sê heyvan de bi dawî bûye, û zêdetir bal kişand ku mirina 20 nexweşên penceşêrê di hersê heyvên borî de hatiye tomarkirin, û dibîne ku ev hejmarek mezin e eger bi herçar salên borî bête pîvan, ku têde 120 doxên mirina bi penceşêrê hatibûn tomarkirin.
Çalakvanên gundewarê Şamê gotin ku her ji sipêdehiya roja çarşemê de bajarokê “Beytcin” li gundewarê Şamê bi zêdetir ji 15 bermîlên teqîner û 6 êrîşên mûşekan ji aliyê firokên şer yên rijêma Esed hatin bombebarankirin, û bû sedema wêrankirina çend avahiyên nişteciyan û cihên bazirganiyê, û diyar kirin ku bombebarankirin hevdem bûn ligel hewlên ji çend aliyan ve yên hêzên Rijêmê bi piştgiriya milîsên mezhebperist ji bo derbas li nav bajêr bibin.
Her weha çalakvanan got ku ji aliyê şoreşgeran ve hewleka pêşketina hêzên Esed û milîsên mezheperist li ser eniya taxa Cober ya Şamê û bajarokê Eynterma hat têkşikandin, û diyar kirin ku hewlên pêşketina hêzên Esed her ji du heyvan ve di heman dema bombebarankirina navçeyê bi mûşekên “erd-erd” û top û hawaninan berdewam in, û têde zêdetir ji 90% ji taxa Cober û zêdetir ji 50% ji bajarokê Eynterma wêran bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî