Duhî roja sêşemê, xwepêşzndan ji aliyê çalakvanên Sûrî ve li bakurê Helebê hatin lidarxistin ji bo şermezarkirina komkujiya li ser destê firokên Rûsiya li bajarê Atarib.
Herwiha xwepêşandanên wek wan li bajarê Babê li rojhilatê bajarê Helebê jî derketin ji bo pirotestokirina komkujiyê û berdewamiya bombebarankirinê û nerazîbûna li hember “bêdengiya aliyên gerantorên rêkeftina agirbestê li Sûriyê”.
Di xwepêşandanan de tablo hatin bilind kirin bi nivîsîna “komkujiya Atarib dexmeyek reş e li eniya mirovahiyê”, û ” Atarib birîndar e”.
Herwiha duhî roja sêşemê, ji aliyê bergirya sivîl, kuştina 62 kesan û birîndarbûna zêdetir ji sed kesên din bi sedema bombebarankirina esmanî li ser Atsrib di serjimêriyek destpêkî de hat ragihandin, hevdem ligel berdewamiya karên lêgerîn û pişkinînê di nav avahiyên wêrankirî de.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, duhî di daxuyaniyekê de, bi tekûzî û awayekî rasterast Rûsiya bi pêkanîna tawanên şer her ji destpêka destêwerdana wê ya leşkirî di Sûriyê de tometbar kir.
Û komkujiya Atarib ji aliyê hin aliyên navdewletî û xwecihî hate şermezarkirin, û daxwaza rawestandina tawankariyên Rûsiya û rijêma Esed ji civaka navdewletî kirin, ji ber bazareke pir qerebalix li bajarê Ataribê bi gaz û bombeyên weşî hatibû bombebarankirin, û hejmarek kesan têde bûn qurbanî, tevî wêranbûna hejmarek mezin ji avahî û cihên bazirganiyê û jikarketina dezgehên medenî ji karê pêşkêşkirina xizimetgozariyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Ajsnsa Smar