Serokê hikûmeta Sûrî ya demikî, Cewad Ebû Heteb, hejmarek hevdîtin bi kesên di warê ragihandinê de kar dikin re pêk anîn, wek cîbecîkirinekê ji pilana hikûmetê re ya giringîpêdana kartê ragihandinê, da tiştê tên bijartin û belavkirin di dezgehên ragihandinê de, wêneyekî rastyeqîn bin ji jiyana xelkê Sûriyê li deverên rizgarkirî.
Û serokê hikûmeta Sûrî ya demikî Cewad Ebû Heteb, doh çarşembê li bajarê Xazî Entabê, hin hevdîtinên taybet bi warê ragihandinê bi girûpek ji ragihênerên Sûrî re yên di dezgehên ragihandinê yên corbecor de kar dikin pêk anîn.
Û Ebû Heteb di hevdîtina bi ragihêner û rojnamevanên Sûrî re, tekezî li ser pêwîstiya giringîpêdana warê ragihandinê kir, ji bo karîna xwegihandina asta bûyerên bilez ên dibin, û astengiyên derdikevin derbas bikin, û amaje bi giringiya geşepêdana karê ragihandinê kir, û pêşdebirina şêweyê kar ji aliyê pîşeyî û hunerî de.
Her weha Ebû Heteb amaje bi astengiyên pir yên dikevin riya hikûmeta demikî de kir, dema karê xwe dike ji bo romalkirina pêvajoya bûyerên rojane yên bi rewşa giştiya Sûriyê ve girêdayî ne, û şopandina karên hikûmeta demikî li dverên rizgarkirî.
Û di dawiya hevdîtinên serokê hikûmetê bi hejmarek ji ragihêneran re, hejmarek pêşinyar derbarê pêşxistina karê ragihandinê di paşerojê de hatin pêşkêşkirin, bi şêweyekî ku têkeve rajeya wezaretan û dezgehên hikûmeta Sûrî ya demikî de, ya ku wê wan ezmûn û serboran veguhêze, da sûdeya wan li tevaya dezgehên rajeya hevwelatiyan dikin belav bike, ya wê di heman demê de alîkariyê di xwepêşxistina saziyên ragihandinê de bike.
Û dezgeha “Peyamnêrên bê Sînor” dibîne ku Sûriya metirsîdartirîn welat e di cîhanê de ji alyê karê ragihandinê de, û bi sedên rojnamevanan li ser destê hêzên rêjîmê û DAIŞê hatine kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî