Encûmena parêzgeha gundewarê Şamê ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe yên sicî û yasayî rabin, derbarê sivîlên dorpêkirî li Xûta rojhilat ji hêla hêzên rêjîma Beşar Elesed, û derdên wan bidawî bikin.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de anî ziman ko ew civaka navdewletî û dewletên kartêker agahdar dikin, bi kiryarên Beşar Elesed yên tawankarî yên ko li Sûriyê li dijî mirovantiyê pêk tîne, û dibîne ko bikaranîna Rûsya ji mafê redkirinê Vîto re, ji bo lêkolîn di bikaranîna rêjîmê ji gazên jehirdar re çênebe, dihêle ew bêtir tawankariyan bike.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de tekez kir ko hêzên rêjîmê bajar û bajarokên Xûta rojhilat bi hemû çekên qedexekirî, wek bombeyên goşeyî û gazên fosforî bi dirêjiya bêtir ji hefteyekê bombebaran kirine, di encamê de bi dehan hatine kuştin, zarok û jin jî di nav wan de hebûn.
Di heman mijarê de encûmena xwecihî ya bajarê Kefer Betna yê rojhilatî Şamê, roja sêşembê daxwaz ji rêkxistinên mirovî û dezgehên navdewletî kir, ko yekser têwerdanê bikin da tawankariyên rêjîmê li dijî sivîlan li Xûta rojhilat rawestînin.
Encûmena xwecihî ya bajarê Heresta ya rojhilatê Şamê, bang li rêkxistinên navdewletî û dewletên hevalên miletê Sûrî kir, ji bo fişarê li rêjîma Esed û Rûsya bikin, da êrîşên xwe li ser Xûta rojhilat rawestînin.
Xûta rojhilat di rewşeke dijwar de dijî, ew ji çend salan ve ji hêla hêzên rêjîmê ve dorpêçkirî ye, tev ko peymana kêmkirina şer dest pê kiriye.
Xûta rojhilat herêmek ji herêmên kêmkirina şer e, yên di danûstandinên Astana de li ser li hev kirine, û rakirina dorpêçê û derbaskirina heyberên bingehîn bêyî çi astengiyan û bêyî ferzkirina bacan hem jî nexşekirina korîdorên sivîlan, û geratiyên berdana girtiyan ji hemû aliyên peywendîdar bi peymanê bistînin di rêkeftinê de hene.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî