Berevaniya sivîl dest bi helmeteke hişyarkirinê ji bo zarokaan kir, da wan ji paşmayên bombebaranê û mayînan biparêzin, piştî dubarebûna bûyerên kuştina bi wan çekan li gelek deverên Sûriyê.
Û wê helmetê li 6 dibistanan li bajarê Babê yê gundewarê Helebê yê rojhilat dest pê kir, û serokê navenda berevaniya sivîl ya bajêr, Xalid Kerez, ji ajansa Smart re got ku ew helmet roja çarşembê dest pê kiriye, û wê 2 hefteyan berdewam bike, û wê hemî dibistanan ( seretayî, navencî, duwenavencî) bide ber xwe.
Û hin berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kiribûn ku bersivdana civaka navdewletî ya nebaş derbarê bikaranîna çekên qedexekirî, ew e sedema ketina hejmarek mezin ji qurbaniyan ji encama teqîna şûnmayên çekan.
Û berpirsên Hevbendiya Niştimanî di gelek workşopên navdewletî de yên behsa giringiya parastina sivîlan ji şûnmayên çekan û çawaniya jinavbirina wan çekan dikin başdar bûne.
Û “Kerez” diyar kir ku ew hilmet bi belavkirina “biroşorên hişyarkirinê” û şirovekirina metirsîdariyên wan paşmayên çekan hat kirin, û bal kişand ku zarok nizanin çawa seredariyê bi wan pêmayên çekan re bikin.
Û tekez kir ku gelek zarok birîndar bûne, ji encama lîstina bi wan pêmayan û bi taybetî çekên goşeyî.
Û kerez amaje kir ku berevaniya sivîl paşmayên bombebaranê û bombeyên neteqiyayî kom dike, û hîn jî di karê xwe de berdewam e, ji ber ku bajar mezin e û gelek wêranî lê çêbşye, û diyar kir ku ewê tîmên xwe li ser bikaranîna amûrên dîtina pêmayên çekan rahênan bikin.
Û “ navenda polîsên niştimanî û asayişa navxweyî” yên bajêr, amaje kiribûn ku “ tîmên corbecor yên vekirin û jkarxistina çekan”, bi hevkariya li gel berevaniya Sivîl, zêdetir ji 10 hezaar mayînî rakirine, ji dema destdanîna artêşa Sûrî ya azad li ser bajêr di sibata bûrî de, û berevaniya sivîl got ku wan zêdetir ji 10 hezar mayînî rakirine ji gava artêşa Sûrî ya azad dest danîne ser bajêr di sibata bûrî de, û berevaniya sivîl anî ziman ku hejmara qurbaniyan ji encama teqîna bombeyan giha bêhtir ji 150 şehîdî.
Jêder: Ofsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî/ Smart