Rijêma Esed raguhestina nexweş û birîndaran ji Xûta rojhilata Şamê ya dorpêçkirî ji çend salan ve red kir, û hevdem komîta navdewletî ya xaça sor tekez kir ku rewşa mirovî ya Xûta rojhilat li gundewarê Şamê gihiştiye qonaxeke metirsîdar.
Rêveberê herêmî yê Xaça Sor li rojhilata nêzîk û navîn Robêr Mardînî got ku rewşa mirovî li Xûta rojhilat gihiştiye “qonaxeke metirsîdar, û xelkên dorpêçkirî bi çavê xwe dibînin ku hinohino jiyan li wan teng û zehmet dibe, ku kereste û xwarin û alîkarî peyda nabin û hin xêzan rojê bitenê carekê xwarinê dixwin”.
” Mardînî” got ku karmendên biwarê saxlemiyê yên li navçeyê, hebûna bi sedên nexweş û birîndarên bêpar ji çavdêriya pizîşkî tekez dikin, hevdem ligel zêdebûna gefa sermayê ku vê rewşê aloztir dike.
Mardînî bal kşand ku tendirustiya sivîlan li Xûta rojhilat wê rastî metirsiyên zêdetir bibe hevdem ligel zêdebûna qeyrana sûtemeniyê û nebûna germa pêwîst.
Û bal kişand ku nesaxên nexweşiya dil û birîndar “hewl didin ji bo çavdêriya pizîşkî bidest bêxin”, û Mardînî di derbarê vê yekê de daxwaza peydakirina çavdêriya pizîşkî ya bilez û bêxemsarî û cudahî ji bo hemû kesên nesax kir”, û daxwaza gihandina alîkariyên mirovî bo wan bi awayekî berdewam kir.
Ku 23 nesaxên nexweşiya penceşêrê li Xûta rojhilat ya Şamê jiyana xwe li van heyvên dawiyê jidest dan, bi sedema nebûna dermanên pêwîst û dorpêçkirina navçeyê ji aliyê hêzên Rijêmê ve.
Hêjayê gotinê ye ku desteya danustandinên Sûriyê di geşta dawiyê ya danustandinên Cenêv de, daxwaza rawestandina bombebarankirina li ser Xûta rojhilat kiribû, û tawanên li Xûta bi tawanên şer û dijemirov binav kiribûn, û hevdem NY ji berî çend heftiyan giringiya rakirina 540 kesên nesax di nav wan de zêdetir 130 zarokan ji navçeya ji aliyê hêzên Rijêmê ve dorpêçkirî ye ragihandibû.
Tê zanîn ku hêzên Rijêmê li demekî pêştir li destpêka heyva gulana borî, rê li pêşiya derbaskirina derman û keresteyên pizîşkî û sûtemeniyê ji Xûta rojhilat re girtibû, û bi tenê rê dabû bo derbasbûna şeş barên kelupelên xwarin û paqijkirinê, hevdem ligel berdewamiya hêzên wê di dorpêçkirina navçeyê ji çend salan ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat