Hin çalakvan û medeyakarên bajarê Idlibê kampaniyeke mediyayê ragihandin ji bo rawestandin bombebaran û kuştin û birçîkirina zarokên bêguneh ji aliyê rijêma Esed û firokên Rûsiya yên şer.
Kampaniya hat libin navê “kuştina zarokan rawestînin” piştî kuştina zêdetir 107 zarokan bi bombebarankirina firokên Rûsiya û Rijêmê û topbarankirina Idlibê her ji destpêka pesendkirina rêkeftina “kêmkirina tundutîjiyê” li heyva gulana borî ve.
Û duhî roja çarşemê, çalakvanê mediyakar û yek ji beşdarên hilmetê binavê “Usama Elşamî” di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, ku hilmet hatiye bi armanca eşkerekirina nerastiya daxuyaniyên berpirsên Rûsiya li dema dibêjin ku ew pabendin bi rêkeftina kêmkirina tundutîjiyê, hevdem li dema radibin bi kuştina zarokan û encamdana komkujiyên hovane.
Elşamî got ku hejmara zarokên şehîdbûyî bi sedema bombebarankirina Rûsiya û rijêma Esed, gihiştiye 107 zarokan, her ji destpêka ragihandina rêkeftina kêmkirina tundutîjiyê bi awayekî fermî li 6’ê gulanê li “Astana” paytexta Kazixstanê ku Rûsiya têde aliyekî genantorê wê rêkeftinê ye.
Elşamî tekez kir ku “gelek kuştar li ser destê Rûsiya, aliyê gerantor, hatine encamdan, ji wan komekujiya bajarokê Erminaz û ya bajarê Xanşîxon û çend kuştarên din”, û bal kişand ku dumahîk kuştar ya bajarokê Mi’hr Şorîn bû li pêr sêşemê bişev, û têde çend zarok hatibûn kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriya kuştara bajarokê Mi’hr Şorîn li gundewarên Idlib ji aliyê firokên Rûsiya li 19’ê heyvê pirotesto kir, ku bibû sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi dehên sivîlan ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Hevbendiyê duhî roja çarşemê û di daxuyaniyekê de daxwaza tevgereke navdewletî kiribû ji bo tawankariyên Rûsya û Rijîmê rawestînin, û cext kiribû ku daxuyaniyên nûnerên dewletên kartêker tu fişarê nadin ser Rijîmê û Rûsya, hem jî civaka navdewletî nayê bêgunehkirin ji berpirsiyariyên wê yên yasayî û mirovî beraber rizgarkirina sivîlan û parastina şatî û ewlehiyê li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Tira Beledînews